Lîstîkvan Sadeghi di weşana zindî de hat binçavkirin 2023-07-16 14:30:37   WAN - Li Îranê lîstîkvan Mohammad Sadeghi di weşana zindî de kêliya ku polîtîkaya zextên li ser jinan rexne dikir, hat binçavkirin.    Li Îranê lîstîkvan Mohammad Sadeghi li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal weşana zindî kir û polîtîkaya zextên li ser jinan rexne kir. Sadeghi kêliya ku weşana zindî dikir, hat binçavkirin. Dî dîmen de jî xuya dike ku hêzên rejîmê deriyê lîstîkvan dişikînin û li wî didin.    Nehat zanîn ku lîstîkvan birine ku û ji ber çi tê sûcdarkirin.