Li Xîzanê herêma 'qedexe' tê bombebarankirin 2023-07-16 12:13:55   BEDLÎS - Li navçeya Xîzanê herêma ku wek “Herêma Ewlehiyê ya Teybet” hatiye ragihandin ji hewayî ve tê bombebarankirin.    Li gundên Hûzeran, Akûnis, Govan, Lanîlan, Kekulan, Sûreh, Pertawan, Kuran û Mezra Pisyan ên bi ser navçeya Xîzana Bedlîsê ve di 2’yê tîrmehê de qedexeya derketina derve hatibû lê hatibûn ragihandin û piştre operasyoneke berfireh hatibû destpêkirin. Qedexe di 6’ê tîrmehê de hate bidawîkirin û herêma ku gundên Xûlepûr û Kekulan jî di nav de ji bo 15 rojan wek “Herêma Ewlehiyê ya Taybet” hate ragihandin.    COTKAR HATIN BERDAN   Li gundê Xûlepurê 2 gundiyên cotkar ên ji bo avdana zeviyên xwe ji malê derketine derve hatin binçavkirin. Cendirmeyan piştî îfadeyên cotkaran girtin serê vê sibê hatin berdan.    HIŞYARIYA ‘ÇÛNA ZEVIYAN QEDEXE YE’   Li gor agahiyên çavkaniyên ji herêmê hatine bidestxistin, herêm ji hêla helîkopteran ve gelek caran tê bombebarankirin. Her wiha hişyariyên “çûna zeviyan qedexe ye” jî têne dayîn.