Malbata Fendîk 7 sal in li benda edaletê ye 2023-07-16 10:05:53   COLEMÊRG - Necmettîn Fendîk li Geverê li mala xwe ji aliyê polîsan ve hatibû kuştin. Hevjîna Fendîk, Kudret Fendîk diyar kir ku 7 sal in li benda edaletê ye û ew ê dest ji doza xwe bernedin.    Li taxa Gungor a navçeya Gevera Colemêrgê di 16’ê tîrmeha 2017’an de polîsan avêtibû ser mala Necmettîn Fendîk û di encama gulebaranê de wî kuştibûn. Tevî ku têkilarî kuştina Fendîk de doz hatiye vekirin jî 7 sal in hê jî bi dawî nebûye. Polîsê bi navê A.F.K. ji dozê wek bersûc tê darizandn û doz li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Asliye ya Geverê berdewam dike. Hat zanîn ku A.F.K. e ji sûcê “bûye sebebê mirina bi qisûr” tê darizandin li ser wezîfeya xwe ya polistiyê ye.    7 SAL IN JI BO EDALETÊ TÊDIKOŞE    Hevjîna Fendîk, Kudret Fendîk got 7 sal in ew û zarokên xwe têkoşîna edaletê bi rê ve dibin. Fendîk diyar kir ku li gel 7 sal derbas bûn jî kes nehatiye cezakirin û got: “Ji sê mehan carek dadgehkirin tê lidarxistin, lê heta niha ne faîl ne jî kesek din nehatiye cezakirin. Polîs di hemû danişînan de dibêjin, ‘heke me wî nekuşta, dê wî me bikuşta’. Lê tiştek wiha tune ye. Çima wê hevjînê min wan bikuje? Bi salan e ev doz bi encam nebûye û polîs zilmê li me dikin, her tim xwe mafdar dibînin. Em vê zilma li me tê kirin qebûl nakin. Em dixwazin kujer werin cezakirin. Heta niha me bi her awayî rastiya bûyerê vegotiye. Di tu îfadeyên me de nakokî nîne. Lê di darizandinê de îfadeyên polîsan her tim bi nakokî bû.”    ZEXTÊN POLÎSAN NEQEDIYAN    Kudret Fendîk anî ziman ku 7 sal in zarokên wê her tim jê dipirsin, “Bavê me çima hat kuştin, çima li me wisa kirin. Çima sûcdar nayên cezakirin?” û wiha axivî: “7 sal in edalet nayê cih lewma nikarim bersiv bidim zarokên xwe. Em ê her li mafên xwe bigerin. Heta ku em bimirin em ê ne di bin zextên wan de bin. Bi salane panzêrên wan tên ber deriyê me û me ditirsînin. 7 sal in vê tînin serê me. Ez bi tena serê xwe 9 zarokên xwe mezin dikim. Di serdegirtinê de 40 hezar lîre pereyên me desteser kirin û 3 sal şûnve tenê 8 hezar lîre dan me. Em naxwazin mafên me bên windakirin. Zilma ku li hevjînê min hat kirin, bila li zarokên min jî neyê kirin. Her tim daozê taloq dikin û zilmê li me dikin.”    'EW TERORÎST IN’    Fendîk anî ziman ku di serdegirtinê de polîsan ji wan re gotiye, “terorîst” û wiha got: “A rast terorîst ew in ku me dikujin. Hevjînê min li ber çavên min û zarokên min qetil kirin. Em ê qet vê hovîtiyê ji bîr nekin. Em dixwazin kujerên me bên cezakirin. Dewlet dewlata wan lewma jî sûcên xwe qebûl nakin û nayên cezakirin. Keçika min a biçûk Efrîn 6 mehî bû û niha bûye 7 salî. Her tim li bavê xwe dipirse. Zarokên min jî her tim behsa bavê xwe dikin. Zarokên min dixwazin kujerên bavê wan bê cezakirin. Em ê qet ji bîr nekin.”    DÊ XWEDÎ LI DOZA XWE DERKEVIN    Fendîk destnîşan kir ku ew di salvegera 7’emîn kuştina hevjînê xwe de tenê daxwaza wê ew e ku faîl bên cezakirin û ew ê heta dawiya emrê xwe têkoşîna xwe bidomînin û heta kujer neyên cezakirin dê dest ji dozê bernedin.    MA / Mazlûm Engîndenîz