ROJEVA 16'Ê TÎRMEHA 2023'YAN 2023-07-16 09:00:35   * Ferît Şenyaşar ku der barê danişîna doza birayê xwe Fadil Şenyaşar de axivî, bi lêv kir ku heke di danişînê de birayê wî neyê berdan dê çalakiya xwe li Enqereyê berdewam bikin û ber bı Wezareta Dadö ve meşeke girseyî li dar bixin.   * Dilxwaza DAKAH-DER'ê parêzer Şîrvan Yakût diyar kir ku li Semsûrê penaberên mexdûrên erdhejê li cihekî cuda tên komkirin û got ku li Konebajarê Ç27'an de ji bo hezar û 500 kesî tenê 8 tuwalet hene.    * Parlamenterê Partiya Çepên Kesk Omer Farûk Hulaku bal kişand ser pêşniyazên qanûnên ku dê di meclisê de bên nîqaşkirin û got ku di nava vanq anûnan de ji bo girtiyên siyasî tiştek tune ye. Hulaku destnîşan kir ku ji nava van qanûnan dijminatiya li hemberî kurdan derketiye.   * Aktivîsta TJA'yê Gurbet Dogan, bibîr xist ku di dema desthilata AKP'ê de 7 hezar û 990 jin hatine qetilkirin û li dijî vê îşaret bi avakirina tora têkoşîna hevpar kir.    * Rojnamegerên piştî 13 mehan ji girtîgehê hatin berdan gotin: "Ji cihê ku em lê mane em ê berdewam bikin. Nikarin dengê me kêm bikin."   * Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar dê di roja 846'emîn de berdewam bike.    * MEBYA-DER dê li eywanek dawetê ya Amedê Kongreya Asayî ya 3'yemîn li dar bixe. (10.00)   * TJA li Amedê bi rasthatina salvegera Peymana Lozanê dê li hotêlek komxebatek li dar bixe. (10.00)   * HDP û Partiya Çepên Kesk dê li gelek bajaran civînên gel li dar bixe. (10.00-16.00)