Hevşaredarê Dêrgûlê bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş 2023-07-15 16:00:33   ŞIRNEX - Hevşaredarê Dêrgûlê yê berê Mehmet Demîr ku ji Girîgeha Tîpa T a Tokatê hate tehliyekirin, bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş.    Hevşaredarê Bajarokê Dêrgûlê ya Şirnexê yê berê Mehmet Demîr ku li Girtîgeha Tîpa T a Tokatê dihat ragirtin, piştî 4 salan hate tehliyekirin. Demîr, li pêşiya girtîgehê ji hêla xizmên xwe ve hate pêşwazîkirin. Demîr, îro hate Qesirkê û ji hêla Parlamenterê Partiya Çepên Kesk Mehmet Zekî Îrmez, rêveberên navend û navçeyan ên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û gelek welatiyan ve hate pêşwazîkirin.    BAL KIŞAND SER REWŞA GIRTIYÊN NEXWEŞ    Demîr, di axaftina xwe ya ewil de bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş. Demîr, wiha got: “Rewşa girtiyên nexweş roj bi roj girantir dibe. Divê girtiyên nexweş bên berdan. Banga min ji bo raya giştî ew e ku di mijara girtiyên nexweş de hinek bihestiyar tevbigerin.”    ÇI BÛBÛ?   Demîr, di hilbijartinên rêveberiyên herêmî yên sala 2014’an de ji sedî 45’ê dengan stand û li gel Bêrîvan Kutlu bû hevşaredarê Dêrgûlê. Di kanûna 2016’an de hate binçavkirin, mehek piştre ji peywirê hate girtin, li şûna wî qeyûm hate tayînkirin û 6 meh piştre jî hate berda. Di sala 2019’an de ji ber îfadeyên şahidekî hate binçavkirin. 2’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Şirnexê bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” 6 sal û 3 meh cezayê hefsê da Demîr. Demîr, di sala 2019’an de hate girtin û piştî temamkirina înfaza xwe jî htae berdan.