Li Xîzanê qadeke berfireh weke ‘Herêma Ewlekariya Taybet’ hate ragihandin 2023-07-15 10:39:07 BEDLÎS - Li Xîzan a Bedlîsê qadeke berfireh ku gundên Xûlepûr û Kekûlanê jî dikevin nav, ji bo 15 rojan weke “Herêma Ewlekariya Taybet” hate ragihandin.  Walîtiya Bedlîsê di 2’yê tîrmehê de li gundên Hûzeran, Akûnis, Govan, Lanîlan, Xûlepûr, Kekulan, Sûreh, Pertawan, Kuran û Mezra Pisyan ên Xîzana Bedlîsê qedexeya derketina derve ragihandibû û bi ragihandina qedexeyê re operasyona leşkerî dest pê kiribû. Qedexe di 6’ê tîrmehê de hem qedexe û hem jî operasyon bi dawî bûbû.    Hefteyek piştî operasyonê jî li heman qadê dîsa operasyona leşkerî hatibû destpêkirin. Operasyona leşkerî ya li herêmê didome. Walîtiya Bedlîsê qadeke berfireh ku 10 gundên girêdayî navçeya Xîzanê û gundên Xûlepûr û Kekulanê jî digire nav xwe, ji bo 15 rojan weke “Herêma Ewlekariya Taybet” ragihand.    JI BO 15 ROJAN WEKE HERÊMA EWLEKARIYA TAYBET HATE RAGIHANDIN    Di daxuyaniya walîtiyê de hat gotin ku herêma navborî ji 14’ê tîrmehê (di nav de) heta 28’ê tîrmehê weke “Herêma Ewlekariya Taybet” hatiye ragihandin.    WELATIYEK HATE BINÇAVKIRIN   Hat ragihandin ku cotkarekî ku ji bo avdana zeviya xwe diçû, ji hêla leşkeran ve hate binçavkirin.