Bûdçeya lêzêdekirî hate qebûlkirin 2023-07-15 09:28:37   ENQERE - Pêşniyara bûdçeya lêzêdekirî ku trîlyonek û 119 milyar û 514 milyon û 513 hezar TL ye û bi îmzeya Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan pêşkeşî Meclisê hate kirin, hate qebûlkirin.    Hevdîtinên pêşniyara bûdçeya lêzêdekirî ku trîlyonek û 119 milyar û 514 milyon û 513 hezar TL’ye û ji hêla Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan ve hatibû pêşniyarkirin, li Lijneya Giştî bi dawî bûn. Serokwekîlê Koma Partiya Çepên Kesk Sarûhan Oluç di hevdîtinan de axivî. Oluç bal kişand ser bûdçeyên di salên berê de hatine kirin û got ku li hişyarî û pêşniyaran nehatiye guhdarîkirin û pêşdîtinên AKP’ê jî pêk nehatine.    BANDORA WÊ YA LI SER POLÎTÎKAYA DERVE    Oluç, wiha domand: “Ne tenê di mijara aboriyê de hûn pêşiya xwe nabînin, her wiha di siyaseta derve de jî heman tişt heye. Bêguman bandora krîza aborî û nedîtina pêşiya xwe, bandorê li gelek qadên cuda dike ku yek ji wan jî polîtîkaya derve ye. Erdogan di 1ê cotmeha 2017’an de digot; ‘YE êdî di rojeva me de nîne.’ Lê niha li ser endamtiya YE’yê nîqaş tên kirin. Lê hûn dîsa li cihekî xelet li mijarê dinêrin. Ji ber ku ya pêşî li ber endamtiya YE’yê digire Swêd nebû.”   ÇIMA HATIN VÊ ASTÊ?    Oluç, axaftina xwe wiha qedand: “Heke we di çareserkirina pirsgirêka kurd de gavên aştiyane biavêtina, hûn îro di vî halî de nedibûn. Gelo hûn dema hûn didin ber krîterên Kopenhagê, krîterên Enqereyê çi ne? Ma Krîterên Kopenhagê ji we re dibêjin qeyûman tayîn bikin? Ma ew dibêjin hiqûqa sindoqê serûbin bikin? Nexêr, krîterên we yên Enqereyê wisa dibêjin. Ma ew dibêjin biryarên DMME’yê pêk neyînin? Ma ew dibêjin xalên PMME’yê binpê bikin? Naxêr lê di krîterên Enqereyê de ev hene. Di pirsgirêka kurd de hewcehî bi çareseriyeke aştiyane heye. Demokratîkbûn û çareseriya aştiyane ya di pirsgirêka kurd de girêdayî hev in.”   BÛTÇEYA LÊZÊDEKIRÎ HATE QEBÛLKIRIN    Piştî axaftinan jî ji bo bûdçeya lêzêdekirî dengdayîn çêbû. Di dengdayînê de 379 deng hatin dayîn. Pêşniyar bi 275 dengan hate qebûlkirin.    Piştî hevdîtinan, Meclis heta 1’ê cotmehê kete betlaneyê.