ROJEVA 15’Ê TÎRMEHA 2023’YAN 2023-07-15 09:00:56   * Hevserokê PYD'ê Salih Muslim der barê bazariyên di navbera Tirkiye û Swedê yên Lûtkeya NATO'yê de bi lêv kir ku tu bendewariya wan ji NATO'yê tune ne û got ku ew ne ji biryarên NATO'yê, bi hêza xwe bawer in.    * 7’êmîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê, biryara pîlot a AYM'ê wekî "norm" nirxand û esas negirt.    * Serokê Baroya Mûşê Kadîr Karaçelîk bal kişand ser Doza Vartînîsê û got ku tê xwestin ku doz têkeve ber demboriyê.    * Rojnamevan Necmettîn Salaz diyar kir ku leşkerên TSK'ê li qereqolên ku li sînorê PDK'ê û alaya Herêma Kurdistana Federe lê daliqandî, hatine bicihkirin û wiha got: "PDK di nava vî şerî de ye û alîgir e."   * Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar dê di roja 845’an de bidome.    * ÎHD û Xizmên Windakiriyan dê li Amed û Êlihê çalakiya xwe ya “Bila windakirî bên dîtin û faîl bên darizandin” bidomînin. (11.00-12.00)   * Çalakiya Dayikên Şemiyê ji bo pirsîna aqûbeta xizmên xwe yên windakirî û darizandina faîlên wan, dê çalakiya xwe di hefteya 955'an de bidomînin. (12.00)   * Şaxa Komeleya ÎHD’a Îzmîrê ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş dê li pêşiya Sumerbanka berê daxuyaniyê bide. (13.00)    * Înîsiyatîfa ji bo Girtiyên Nexweş Azadî dê di hefteya 462’yemîn a çalakiya xwe de li pêşiya Şaxa ÎHD’a Enqereyê daxuyaniyê bide. (13.30)   * Şaxa Komîsyona Girtîgehan a ÎHD'a Stenbolê di hefteya 590'an de dê li pêşiya avahiya xwe çalakiya "Rûniştina F" li dar bixe. (13.30)    * Partiya Çepên Kesk û HDP dê li navçeya Bismilê ya Amedê û taxên wê bi gel re civînan li dar bixin. (13.30-18.00)