Cenazeyê endamê HPG'ê Arar hat definkirin 2023-07-14 23:00:53         COLEMÊRG- Cenazeyê endamê HPG’yî Sînan Arar ku di bombardümanê de jiyana xwe ji dest dabû hat definkirin.   Li herêma Besta ya Şirnexê di 12’ê tirmehê de navbera hêzên HPG’ê û lêşkerên tirk de pêvçûn derket. Di encama bomberdûmana hewayî ya bi SÎHA’yê de 3 endamên HPG’ê jiyana xwe ji dest dan. Cenazeyên HPG’yiyan rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê. Endamê HPG'ê Sînan Arar ê di bomberdûmanê de jiyana xwe ji dest da, ji aliyê malbata wî ya ku ji Colemêrgê çûbû Şirnexê ve hat teşhîskirin. Piştî rapora otopsiyê cenazeyê Arar ji aliyê malbatê ve hat wergirtin. Cenazeyê Arar ji bo ku bê definkirin ber bi Colemêrgê ve hat birêkirin.    Cenazeyê Arar di bin dorbêça leşkeriyê de, di goristana Gupsî TOKÎ’yan de hat definkirin. Leşkeriyê nehişt ku ji xeynî malbatê kesek tevlî definkirina cenaze bibe.    Her wiha di morga nexweşxaneyê de cenazeyê 2 HPG’yiyan tê sekinandin.