Li Xîzanê qedexeya fîlî ya li dijî qanûnê hat îlankirin! 2023-07-14 20:32:27   WAN –  Bejahiya gundên Xûlepûr û Kekulan ên navçeya Xîzan a Bedlîsê bi helîkopteran tê bombebarankirin. Li gundan qedexeya derketian derve ya fiîlî hat ragihandin.    Li gundên Hûzeran, Akûnis, Govan, Lanîlan, Xûlepûr, Kekulan, Sûreh, Pertawan, Kuran û Mezra Pisyan ên navçeya Xîzan a Bedlîsê di 2'yê Tîrmehê de qedexeya derketina derve hatibû ragihanin û di 6'ê Tîrmehê de bi dawî bûbû. Piştî vê qedexeyê dest bi bombekirina herêmê hat kirin. Îro danê nîvro helîkopteran bis aetan bejahiya gundên Xûlepûr û Kekulanê bombebaran kirin. Hê jî helîkopter li ser herêmê diçin û tên. Walîtiyê hê têkildarî operasyonê tu daxuyanî belav nekirine. Lê li gundan qedexeya fîlî hat ragihandin.   Parlementera Partiya Çepên Kesk a BEdlîsê Semra Çaglak li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal wiha ragihand: Îro me xwest em biçin gundên Xîzanê yên qedexeya derketian derve li wan hatibû îankirin, lê çûna me bi hinceta operasyonê hat astengkirin. Di malperên qeymeqamtî û walîtiyê de têkildarî operasyonê û qedexeyê tu daxuyanî tune ne, lê tenê hat gotin ku li gund 'hin fealiyet hene.' Têkildarî bidawîkirina operasyonê d ejît u agahî nehat dyaîn."