Kamaç: Çima nahêlin Ahmet Kaya li peywira xwe vegere? 2023-07-14 16:36:56   ENQERE - Di doza Hevşaredarê Erxeniyê Ahmet Kaya ku li şûna wî qeyûm hatibû tayînkirin biryara beraetê hate dayîn. Parlamenterê Partiya Çepên Kesk Mehmet Kamaç anî ziman ku bi ser biryarê re 2 meh û nîv derbas bûn û ev pirs kir: “Çima Ahmet Kaya dîsa li peywira wî venagerînin?”    Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Amedê Mehmet Kamaç têkildarî Hevşaredarê Erxenî ya Amedê Ahmet Kaya ku li şûna wî qeyûm hatibû tayînkirin û piştre jî di dozê de beraet kiribû, li Meclisê civîna çapemeniyê li dar xist. Parlamenterên Partiya Çepên Kesk jî tev li civînê bûn.    VEGUHERÎ REJÎMÊ    Kamaç, anî ziman ku dîroka Tirkiyeyê, dîroka bêhiqûqiyan e û wiha got: “Sepana qeyûman li erdnîgariya Kurdistanê êdî veguheriye rejîmekê. Tu bingehekî vê ya hiqûqî nîne. Hevşaredarên li şûna wan qeyûm hatine tayînkirin û siyasetmedarên girtî, hikûmxwar nînin. Ev tayîn, tayînên siyasî ne. Li şûna Hevşaredarê Erxeniyê Ahmet Kaya jî qeyûm hatibû tayînkirin. Sûcek an jî delîlek tune bû lê derheqê Kaya de pêvajoya hiqûqî dan destpêkirin. Lê di doza Kaya de biryara beraetê hate dayîn. Ji bo dîsa vegera ser peywira xwe jî ji bo Walîtiya Amedê nivîs hatiye şandin. Li şûna Kaya vegerîne ser peywira xwe, walîtiyê bi îdiaya ‘ziyan gihişte min’ serî li dadgehê da. Lewma rêya îstînafê vebû. Dadgerên ji bo Kaya biryara beraetê dayîn jî hatin sirgûnkirin. Lê îstînafê jî biryara walîtiyê di cih de nedît û di 22’yê nîsana 2023’yan de biryara beraetê teqez kir. Bi ser re 2 meh û nîv derbas bûn lê hêj jî Kaya venegerandine ser peywira xwe. Ahmet Kaya çima li peywira wî nayê vegerandin? Divê Kaya vegere ser peywira xwe.”   ‘KES NIKARE TUNE BIHESIBÎNE’    Herî dawî jî Kamaç ev tişt anî ziman: “Tu kes nikare îradeya gelekî, bajarekî û herêmekî tune bihesibîne.”