Li Mêrsînê 11 kes hatin binçavkirin 2023-07-14 10:47:17   MÊRSÎN - Li Mêrsînê bi îdiaya “Propagandaya rêxistinê” bi ser malan de hate girtin. Di encama serdegirtinên malan de 11 kes hatin binçavkirin.    Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Mêrsînê de li bajar bi ser gelek malan de hate girtin. Hat zanîn ku serdozgeriyê lêpirsîn bi hinceta pîrozbahiyên Newroza îsal û bi îdiaya “Propagandaya rêxistinê” daye destpêkirin û ji bo welatiyên bi navên A.R., A.B., F.B., N.A., Z.A., N.E., R.A., R.B., Z.A., K.H., A.H., M.A., M.H. û A.A.A. biryara binçavkirinê daye. Di vê çarçoveyê de polîsan di danê sibehê de bi ser gelek malan de girtin. Di dema serdegirtinên malan de polîsan deriyên malan şikandin û li malan lêgerîn kirin. Di encama serdegirtinan de 11 kes bi îdiaya “Propagandaya rêxistinê” hatin binçavkirin û birin Midûriyeta Emniyetê ya Mêrsînê.