Sercerdevanê Mûsa Çelîk qetil kirî tenê 20 mehan girtî ma 2023-07-14 10:36:31 MÊRDÎN - Sercerdevanê li Midyadê şivanê bi navê Mûsa Çelîk qetil kiribû tevî ku jê re 12 sal û 6 meh ceza hatibû birîn jî piştî 20 mehan hate berdan.  Sercerdevan Şuru (Şîrîn) Akçay û birayên wî Veysî û Mahsûm Akçay, di 21'ê cotmeha 2021'an li gundê Mesken ê navçeya Midyada Mêrdînê di çarçoveya lêpirsîna kuştina şivanê bi navê Mûsa Çelîk de hatibûn girtin. Dadgehê di 29'ê îlona 2022'yan de biryara xwe ya têkildarî dozê dabû.     Dadgeh cezayê muebbetê dabû sercerdevan Şukru Akçay û piştre jî bi îdiayên "Tehrîkkirina neheq" û "Rewşa baş" cezayê wî daxistibû 12 sal û 6 mehan. Ji bo Veysî Akçay jî dadgehê bi sedema "Di bin tehrîka neheq de bi çekê gef xwariye", salek û 8 meh ceza dan. Dadgehê ji bo Mahsûm Akçay jî biryara beraetê dabû. Veysî û Mahsûm Akçay hatin berdan lê ji bo Şukru Akçay biryara domandina girtinê hate dayîn.     Dadgeha Cezayê Giran a Midyadê di hinceta daxistina cezayê bersûc Şukru Akçay de îdia kiribû ku "Şukru Akçay bi qesdî ne kuştiye" û îdiaya "dê bandorê li pêşeroja bersûc bike" weke hincet nîşan dabû.   DADGEHEKÊ GIRT YA DIN BERDA   Parêzerên malbata Çelîk û parêzerên birayên Akçay dosyaya dozê birin Dadgeha Edliyeyê ya Herêmê ya Amedê. 1'emîn Daîreya Cezayan a Dadgeha Edliyeyê ya Herêmê ya Amedê ji bo cezayê li sercerdevan û birayên wî hatiye birîn got ku li gorî hiqûqî guncav e. Ji bo Şukru Akçay jî got ku bila rewşa wî ya girtî bidome. Îcar jî parêzerê Akçay dosyaya dozê bir Dadageha Jor a 2'yemîn Daîreya Cezayan a Dadgeha Edliyeyê ya Herêma Amedê. Dadgeha herêmî 20 mehên girtî yên Akçay weke hincet nîşan da û biryara tehliyeyê da.