Me xwe gihand dîmenên lêkolîna cihê bûyerê ya komkujiya malbata Şenyaşar 2023-07-14 09:44:36   RIHA - Dimenên lêkolîna cihê bûyerê ya komkujiya ku ji aliyê xizm û parêzvanên parlamenterê AKP'ê yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz ve li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê li dijî malbata Şenyaşar pêk anî, derketin holê. Di dîmenan de tê dîtin ku odeya komkujî lê hatiye kirin veguheriye gola xwînê.    Di 14’ê hezîrana sala 2018’an de xizm û parastvanên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz li navçeya Pirsûs a Rihayê dema xebatên hilbijartinê dikirin, êrişî dikana malbata Şenyaşar kir. Di êrişê de Celal, Adil, Mehmet, Fadil û Ferît Şenyaşar bi birîndarî xilas bûn û rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê. Lê êriş li nexweşxaneyê jî berdewam kir. Di encama êrişa li nexweşxaneyê de Celal û Adil Şenyaşar ên birîndar û bavê wan Haci Esvet Şenyaşar ku ji bo zarokên xwe çûbû nexweşxaneyê, hatin qetilkirin. Êriş, li pêş kamerayan û li ber çavên hêzên ewlekariyê û rayedarên dewletê hate kirin.    Emîne Şenyaşar û kûrê wê ku niha Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Rihayê ye Ferît Şenyaşarê, di êrişê de bi birîndarî xilas bûn. Emîne Şenyaşar û Ferît Şenyaşar, ji bo darizandina faîlan û edaletê di 9’ê Adara 2021’an de li ber Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kirin. Çalakiya malbatê li welêt û dervayî welet deng veda û têkoşîna edaletê ya malbatê, ji bo hemû kesî bû navnîşana lêgerîna edaletê. Heta ev têkoşîn bû mijara belgefîm û pirtûkan.    MA’YÊ XWE GIHAND DÎMENAN   2’yemîn danişîna doza komkujiya malbata Şenyaşar ku raya giştî ya Kurdistan û Tirkiyeyê ji nêz vê dişopîne, dê di 18'ê tirmehê de li 3’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Meletiyê bê lidarxistin. Ajansa Mezopotamyayê (MA) beriya danişînê, xwe gihand dîmenên koma lêkolîna cihê bûyerê ya polîsan a li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê ku komkujî lê hatibû kirin.    ‘XWÎNA ZAROKÊN MIN LI DÎWARÊN NEXWEŞXANEYÊ HESÛN’    Di dîmenan de tê xuyakirin ku gelek guleyên tifingên di komkujiyê de hatine bikaranîn li dîwaran zeliqî ye, qulekî bi qasî mirovek bikare tê re derbas bibe vebûye. Nava odeyê veguheriye gola xwînê. Her wiha qalikên guleyên tifingên êrişkaran li derdorê ne. Bi qasî di dîmenan de tê dîtin, dîwarên odeyê ji xwînê sor bûne.    DÎMENÊN EWLEHIYÊ HATIN TINEKIRIN    Di dimênan de tîmên lêkolîna cihê kar, gule û tifingên di komkujiyê de hatine bikaranîn tespît dikin û xuya dibe ku pacên nexweşxaneyê şikestine. Camên odeya kamerayên ewlekariyê bi kevirên parkeyê hatine şikandin, serwer hatine hilgirtin, qablo hatine jêkirin an jî hatine kişandin.    MA / Mahmût Altintaş