Xeber ji Abdullah Ocalan nayê girtin: Dewlet hiqûqa xwe binpê dike 2023-07-14 09:03:32 STENBOL - Hevserokê Şaxa OHD'a Stenbolê Gurkan Îsteklî diyar kir ku dewlet bi tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hiqûqa xwe binpê dike û li dijî tecrîda Îmraliyê îşaret bi têkoşîna hiqûqî, siyasî û civakî kir.    Ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku 24 sal in li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê tê tecrîdkirin û girtiyên din Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ên li Girtîgeha Îmraliyê, 28 meh in tu xeber nayên girtin. Ji ber vê nepêwendiya mutleq, fikarên raya giştî zêde bûne. Di serî de gelê kurd û bi giştî jî gelek derdor, hiqûqnas, parêzvanên mafên mirovan bertek nîşanî vê didin. Hevserokê Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Stenbolê Gurkan Îsteklî, têkildarî tecrîda Îmraliyê û bêpêwendiya mutleq axivî.    Îsteklî anî ziman ku di hiqûqa navneteweyî û neteweyî de cihê tecrîdê tune ye û got ku li Girtîgehê Îmraliyê şert û merc û rêbazên bêhempa hene. Îsteklî diyar kir ku tecrîda li Îmraliyê bi salan e heye û ev tişt anî ziman: "Li gorî serdemê carinan tê sistkirin, lê wekî konsept heye. Hêleke 'Plana Rûxandinê' ya li hemberî gelê kurd tê meşandin jî Îmrali ye."    RABÛNA LI BER TECRÎDÊ   Bi domdarî Îsteklî diyar kir ku tecrîd li tevahiya civakê belav bûye û wiha pê de çû: "Ji lew re axaftina li ser birêz Ocalan jî hatiye tecrîdkirin. Gava hûn li ser birêz Ocalan diaxivin û behsa tecrîdê dikin, hûn bi zextên dewletê re rû bi rû dimînin. Mînaka wê ya herî dawî jî Gerînendeyê Weşana Giştî ya ya TELE1'ê Merdan Yanardag e. Lewma rabûna li ber tecrîdê ji aliyekî ve tê wateya azadiya civakê jî. Rabûna li ber zext û tahdeya dewletê ye jî."    Di berdewamê de Îsteklî destnîşan kir ku tecrîd bi saîqên siyasî tê kûrkirin û got ku Abdullah Ocalan di serî de li bara gelê kurd û bi giştî jî li bara hemû gelên Rojhilata Navîn di têkoşîna azadî û demokrasiyê de xwedî cihekî pir girîng e. Îsteklî, wiha domand: "Dewlet û pergal pir baş hay ji vê heye. Lewma dengê birêz Ocalan ditepisîne, tecrîdê kûr dike û hewl dide têkoşînê qels bike."    ‘DEWLET HIQÛQA XWE BINPÊ DIKE'   Parêzer Îsteklî bibîr xist ku mafê hemû girtiyan e ku hevdîtinê bi malbata xwe re û parêzerên xwe re bike û got ku ev yek bi qanûnan hatiye mîsogerkirin. Îsteklî, wiha dirêjî da axaftina xwe: "Tekane saziya ku mafên hikûmxwarekî biparêze dewlet bi xwe ye. Lewma birêz Ocalan jî tê de, divê dewletê mafê hemû girtiyan biparêze. Wezarata Dadê jî parçeyeke vê yekê ye. Lê belê dewlet ji dêvla vê qanûnên xwe dieciqîne û nahêle hikûmxwarek mafên xwe bi kar bîne. Di eciqandina mafên birêz Ocalan de israr dike. Ev bi hiqûqê nayê ravekirin."    TÊKOŞÎN   Îsteklî di dawiya axaftina xwe bal kişand ser têkoşîna bi rêya hiqûqî û got ku lê belê rewş siyasî ye û lewma di vî warî de peywireke mezin dikeve ser milê civakê, partiyên siyasî û derdorên demokrat.    MA / Esra Solîn Dal