23 sal û 4 meh ceza li kesên êrişî avahiya HDP’ê kiribûn hat birîn 2023-07-13 16:35:15 EDENE - Dadgehê li 3 kesên ku êrişî avahiya HDP’a Yuregîrê kiribûn bi giştî 23 sal û 4 meh û 6 roj ceza birî.    Li navçeya navendî ya Yuregîrê ya Edeneyê di 16’ê sibata 2022’yan de kesên ji Sûriyeyê Ammar Hasan û Beşşar Elali û Mahmût Kendîrcî êrişî avahiya HDP’ê ya Navçeya Yuregîrê kiribûn. Dadgeha Edeneyê derbarê van êrişkaran de ji ber sûcê êrişê ku kiribûn doz vekir. Danişîna dozê li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Edenê hat lidarxistin. Elali û Kendîrcî û parêzerên muştekî û bersûcan tev li danişînê bûn.   Dozger ji bo cezakirina bersûcan mutalaya xwe dubare kir.    Bersûcan beyanên xwe yên danişînên ber dubare kirin û xwestin bên beraetkirin. Parêzerên wan jî dawa beraetê kirin. Parêzerên muştekî jî xwestin bersûc bên cezakirin.    Şandeya dadgehê ji sûcê “ne endamên rêxistinê ne li ser navê rêxistinê sûc kirine” bersûcan beraet kir û ji sûcên “xesar dane malê xelkê”, “çekên bêrûxset li ser wan bûne”, “gefxwarina bi çeke”, “bikaranîna madeyên teqemenî” bi giştî 23 sal û 4 meh û 6 roj cezayê hepsê li bersûcan birî.