Tecrîd li Wanê hate protestokirin: Deriyên Îmraliyê vekin 2023-07-13 14:30:52 WAN - Li Wanê têkildarî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan daxuyanî hate dayîn û wiha hat gotin: “Tecrîdê bi dawî bikin û deriyên Îmraliyê vekin.”  Tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, li Wanê bi pêşengtiya Şaxa Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUHAY-DER) a Wanê hate protestokirin. Daxuyanî li Kolana Hunerê hate dayîn û nûnerên rêxistinên civaka sivîl, partiyên siyasî û gelek kes tev li bûn. Di daxuyaniyê de pankartên “Tecrîdê rakin, deriyên Îmraliyê vekin, aştiyê ava bikin” û “Azadî ji bo girtiyên nexweş” hatin vekirin. Her wiha girseyê gelek caran dirûşmên “Bêdeng nemîne, roj dê were dor dê were te”, “Bijî berxwedana zindanan” û “Bijî berxwedana Îmraliyê” hatin berzkirin.    ‘BILA TAVILÊ TECRÎD BÊ RAKIRIN’    Sekreterê TUHAY-DER’a Wanê Emîn Şeker di daxuyaniyê de got ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji 15’ê Sibata 1999’an heta niha di bin tecrîdeke giran de ye û ev tişt anî ziman: “Ev bû 28 meh ku tu agahî jê nayên girtin. Nahêlin bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bike. Tecrîd, sûcekî li dijî mirovahiyê ye û em vê tecrîdê qebûl nakin. Em dixwazin ku tecrîda li ser birêz Ocalan û hevalên li gel wî dimînin bê rakirin.”    GIRTIYÊN NEXWEŞ    Bi domdarî Şeker bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Hefteyek berê hevalê me Bişar Yazici jiyana xwe ji dest da. Tekane berpirsyarê vê Wezareta Edaletê û rêveberiya girtîgehê ye. Binpêkirinên li girtîgehan êdî di lûtkeyê de ne. Divê ev binpêkirin tavilê bi dawî bibin.”    Daxuyanî, piştî çalakiya rûniştinê bi dawî bû.