Tabelaya Parka Hafiz Akdemîr bi mehane nayê nûkirin 2023-07-13 13:16:48   AMED - Li Amedê bi mehane tabelaya navê Parka Hafiz Akdemîr ê nûçegihanê Ozgur Gundemê 32 sal berê hatibû qetilkirin, nehatiye nûkirin.    Li navçeya Sûrê ya Amedê nûçegihanê rojnameya Ozgur Gundemê Hafiz Akdemîr di 8’ê hezîrana 1992’yan de ji aliyê endamên Hîzbullahê ve hatibûq etilkirin. Navê Hafiz Akdemîr ji aliyê şaredariya DBP’ê ya wê demê ve li parkek li navçeya Peyasê ya Amedê hatibû kirin. Şaredariya Peyasê ku di bin rêveberiya qeyûm de ye, bi armanca “nûkirinê” tabelaya parkê bi mehan berê jê kir, lê hê jî nehatiye nûkirin û tabelaya nû nehatiye daliqandin.    DÊ TABELAYA NÛ BÊ DALIQANDIN    Malperek herêmî ku li Amedê weşanê dike diyar kiribû ku Qeymeqamê Peyasê û qeyûm Unal Koç (2018-2022) navê parke wek navê “Yeşîlkuşak” guhertiye. Li ser vê îdiayê em li Midûriyeta Park û Baxçeyan a Şaredariya Peyasê geriyan û Midûriyetê diyar kir ku tu guhertinek di navê parke de nîne û piştî tabela amade bibe dê dîsa daliqînin.