Li Basayê 2 kes hatin binçavkirin 2023-07-13 11:41:25 ŞIRNEX - Di saetên serê sibehê de li gundê Bana yê navçeya Basayê bi ser malan de hate girtin. Di serdegirtinan de 2 welatî hatin binçavkirin.    Îro di danê sibehê de leşkeran li gundê Bana yê navçeya Basa ya Şirnexê bi ser malan de girtin. Di encama serdegirtinên malan de welatiyên bi navên Resûl Kaya û Abdullah Ekîn hatin binçavkirin.    Sedema binçavkirina welatiyan nehat zanîn û hat zanîn ku welatî niha li Fermandariya Cendirmeyan a Bajar a Şirnexê tên ragirtin.