Qala remza têkoşînê Alî Çîçek kir: Em bi têkoşîna wan bêhnê distînin 2023-07-13 11:34:08 RIHA - Xwişka yek ji remzên berxwedana Mezin a Rojiya Mirinê ya 14'ê Tîrmehê Alî Çîçek, Ayşe Çîçek qala têkoşîna birayê xwe kir û destnîşan kir ku her ku ew dijî ji têkoşîna birayê xwe fêm dike û got: "Em îro bi têkoşîna wan bêhn distînin."   Çarenûsa kurdan a bi rêya îmhakirin û tunehesibandinê, bênasname hatiye hiştin piştî 27'ê Mijdara 1978'an bi avakirina Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) guherî. Têkoşîna li gel avabûna PKK derketiye holê, hat xwestin ku bi destê darbeya faşîst a leşkerî ya 12'ê Îlona 1980'yî bê tepisandin. Rêberê PKK Abdullah Ocalan 12'ê Îlonê darbeya "Herî berfireh ya Gladyoya NATO'yê" pênase kir û ev darbe wek wehşeta Zindana Amedê ya Jimara 5'an di dîrokê de cihê xwe girt. Bi hezaran kurd di bin îşkenceya rêveberiya serpel Esat Oktay Yildiran derbas bû û ji bo ku bibin îtîrafkar îşkenceya "Askiyê Filistînê" li wan hate ferzkirin. Zindana Amedê di nava 10 girtîgehên îşkence û sepanên dijî mirovahiyê lê dihat meşandin de wek "bi nav û dengbûna herî xerab a cîhanê" di nava dîrokê de cihê xwe girt.   ROJIYA MIRINÊ YA MEZIN   Ji kadroyên pêşeng ên PKK'ê Mazlûm Dogan, di Newroza sala 1982'yan de bi sê darikên niftikê li dijî îşkence û pêkanînên xerab agir berda bedana xwe. Ferhat Kurtay, Eşref Anyik, Mahmût Zengîn û Necmî Oner ên wek "Berxwedana Çaran" tên zanîn 18'ê Gulana 1982'yan de agir berdan bedana xwe. Dema rûpelên dîrokê 14'ê Tîrmeha 1982'yan nîşan da, ji kadroyên pêşîn ên PKK'ê Mehmet Hayrî Dûrmûş, Kemal Pîr, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek Rojiya Mirinê ya Mezin dan destpêkirin. Her çar pêşeng di têkoşîna Rojiya Mirinê ya Mezin de jiyana xwe ji dest dan. Ev çalakî hem bû bingeha têkoşîna kurdan hem jî mohra xwe li 41 salên dawî da.    Alî Çîçek ê ku Kemal Pîr jê re digot (Stêrka Sor) û ji hêla kurdan bi vî navî tê nasîn di sala 1961'an de li mezrayeke biçûk a gundê Kûskûnlû ya navçeya Cûrnê Reş (Hîlwan) a Rihayê hate dinê. Çîçek di nav xwişk û birayên xwe de yê herî biçûk bû. Alî Çîçek hê ku diçû lîseyê bi sedema belavok belav kiriye 2 mehan hate girtin û di vê pêvajoyê de Kemal Pîr nas kir. Çîçek di heman demê de li gel hevalên xwe piştgirî da reva Kemal Pîr a ji girtîgehê. Çîçek di nava salên 1979 û 1980'yî de li navçeyên Curnê Reş û Sêwregê di nava têkoşînê de wek çalakvanek cih girt û di darbeya 12'ê Îlonê de hate girtin û wî şandin Zindana Amedê. Alî Çîçek dema li dijî hovitiya girtîgehê bi hevalên xwe re dest bi çalakiyê kiribû hê 21 salî bû û jiyana xwe ji dest da. Xwişka Alî Çîçek, Ayşe Çîçek qala têkoşîna birayê xwe kir.    SALÊN ZAROKATIYÊ   Ayşe Çîçek destnîşan kir ku Alî Çîçek dema ku zarok bû ji karê cotkariyê heya karê malê gelek ked da û got: "Alî dibistana seretayî li navçeyê, dibistan navîn li Ceyhana Edenê xwend û em piştre hatin Rihayê. Lîseyê li Rihayê xwend. Me havînê di nav zeviyan de karkeriyê dikir û rewşa me ya aborî jî nebaş bû. Rojekê bi faşîstan re şer kir û piştre bi hinceta ku belavok belav kiriye, wî girtin. Di wê girtinê de bi naskirina Kemal Pîr bêhtir girêdayî têkoşînê dibe û careke din dest ji têkoşînê bernade. Mirovek pir baş bû û neheqiyê qet qebûl nedikir." Çîçek diyar kir ku hê Alî Çîçek biçûk bû pergala axatiyê û neheqiyên wê nîqaş dikir.    TÊKOŞÎNA KURDAN A AZADIYÊ   Çîçek destnîşan kir ku malbata wan ji dema berê ve çepgir bû û birayê wî ji darvekirina Denîz Gezmîş, Yûsûf Aslan û Hûseyîn Înan pir bi bandor bûye û wiha axivî: "Her ku Alî jî mezin bû, bû yekî ji wan. Piştî ku li Edenê hate girtin me xwest ku wî ji tekoşînê dûr bixin. Lê wî ji me re digot ku 'Ev têkoşîna azadiyê ya kurdan e'. Bi biryar bû, ciwan bû, wêrek bû û li pêş bû. Rastiya wî tenê di gotinê de nebû, di pratîka xwe de jî wisa bû. Dema ku rûdinişt li ser sifrê ji çay û nan bêhtir tiştekî nedixwar. Dema yekî ji wî pirsîbana wî jî digot 'Hevalên min li wir birçî ne, ez nikarim li vir tişkî bixwim'."    'HEVDÎTIN 5 DEQE, KURDÎ QEDEXE BÛ'   Çîçek da zanîn ku birayê wê piştî îxbara gardiyanekê, di pey darbeya 12'ê Îlonê de hate girtin û ev tişt gotin: "Wî girtin û birin Zindana Amedê. Wê demê hindî ku ji me dihat em diçûn serdana wî. Bi rojan îşkence li Alî kiribûn. Rojekê du leşker ketibûn bin milê wî û wî anîn. Me dizanî ji ber îşkenceyê wisa lê dikin lê me nedikarî em tiştekê bikin. Di zindanê de tecrîdeke giran hebû û me tu agahî ji wan nedigirt. Hevdîtin 5 deqe bûn. Li wir axaftina bi kurdî qedexe bû, me tenê bi gotina 'Çawa yî, baş î' (nasilsin, îyî misin) hevdîtin derbas dikir. Ji ber ku Alî nebû îtîrafkar wî di qawîşê de zêde nedigirtin û her tim îşkenceyê lê dikirin. Wî hemû çalakiyan girt ser xwe û dest bi çalakiya rojiya mirinê kir. Piştî çalakiyê me careke din wî nedît. Me dema agahiya şehadeta wan bihîst, hê zanibû ku ketine rojiya mirinê."   'WAN DÎROK NIVÎSAND'   Çîçek bi bîr xist ku ji ber têkoşîna Alî, Kemal Pîr û yên li cem wan ji Alî re digotin 'Stêrka Sor' û her kesî wî wisa bibîr dianî. Çîçek anî ziman ku di serî de wan Alî li navçeya Kadîrlî ya Osmaniyeyê veşartin û ji ber êrişên li ser gortistanê wan cenaze biriye Amedê. Çîçek bilêv kir ku ew her rastiyê dibînin, têkoşîn berdewam dike ji têkoşîn û berxwedana birayê xwe baştir fêm dike û got: "Em bi saya têkoşîna wan bêhnê distînin. Ew remza Kurdistanê ne û şehîdên azadiyê ne. Wan dîrok nivîsand."   MA / Ceylan Şahînlî