Li Dîlokê bekçiyan kesek kuşt 2023-07-13 10:04:55   DÎLOK - Li Dîlokê bekçiyan nasnameyên welatiyan kontrol kir. Di vê kêliyê de bekçiyan welatiyê bi navê A.S. kuştin.    Li Parka 100. Yilê ya li taxa Încîrlîpinar a li navçeya Şehîtkamîla Dîlokê nasnameyên welatiyan kontrol kirin. Di kêliya kontrolkirina nasnameyan de bekçiyan bi sîlehê êrişî welatiyekî bi navê A.S. kirin. Di bûyerê de A.S. û du bekçî birîndar bûn. Tîmên tenduristiyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin û A.S. û bekçiyan rakirin nexweşxaneyan. A.S. ku rakirin nexweşxaneiyek taybet tevî mudaxileya bijîşkan jî jiyana xwe ji dest da.    Piştî bûyerê Midûriyeta Polîsan a Dîlokê daxuyaniyek nivîskî belav kir û hat îdiakirin ku A.S. berê 9 caran bi awayek guman karûbar derbarê wî de hatine kirin.