Li Girtîgeha Şakranê ferzkirina 'şerîatê' 2023-07-13 09:06:42   ÎZMÎR - Girtiyên di Girtîgeha Jinan a Şakranê de de binpêkirinên mafan ên li girtîgehê ragihandin û gotin ku şerîat li wan tê ferzkirin.    Girtiyên siyasî yên di Girtîgeha Jinan a Şakranê, bi rêya parêzerên xwe nameyek şandin. Girtiyan di nameya xwe de anîn ziman ku di bin navê "rêziknmaeya kincan" de mudaxile li wan tê kirin û şerîat li wan tê ferzkirin.    LI GIRTÎGEHÊ ŞERÎAT   Girtiyên jin, diyar kirin ku li girtîgehê rêziknameya kincan heye û rêveberiya girtîgehê wê veguherandiye tiştekî kêfî û wiha gotin: "Gava bi kargoyê şort an jî kincên bi qasî tiliyekê li ser çokê ji me re tên şandin, girtîgeh destûrê nade. Li herêmeke germ û bi ritûbet di rêziknameya kincan de ferzkrinên bi vî rengî îşkence ye. Mudaxile dikin ku li hundirê qawîşê kîjan kinc li xwe bên kirin. Di nêz de çarşef hwd. li me bên ferzkirin şaş nemînin."    DI HEMAN QAWÎŞÊ DE YÊN JI SÛCÊN CUDA   Jinan di nameya xwe de ragihandin ku kesên ji sûcên cuda girtî di heman qawîşê de tên ragirtin û gotin ku ev bi zanebûnî tê kirin.    EŞYA TÊN DIZÎN   Jinan di nameya xwe de bal kişand ser nelirêtiyên ku di dema lêgerîna qawîşan de rû didin û ev agahî dan: "Di dema lêgerînê de balgî û lihêfên me tên çirandin. Eşyayên me davêjin erdê. Pirtûk û kovarên me bi hinceta 'dê bên vekolandin' tên desteserkirin û hew didin me. Bi lepikên ku bi wan li solan dinêrin, dest didin xwarinan û bi dizîka eşyayên me didizin. Reflu, fetq û gastrît bi gelek girtiyan re heye. Çekpasan bi qasî 50 santîmî dibirin û didin me. Bi ava çekpasan paqijî, bandorê li tenduristiya me dike. Heftê carekê mafê me yê revîrê heye, lê me nabin. Mudaxileyî rewşên lezgîn jî nakin."    GEFXWARIN Û TECRÎD   Girtiyan di nameya xwe de destnîşan kirin ku lijneya çavdêrî û kontrolkirin wekî amûreke şantajê tê bikaranîn û bal kişandin ser şewitandina înfazê û neberdana gritiyên ku înfaza xwe temam kirine.    Girtiyan wiha domand: "Girtiyên ku cezayê muebbeda girankirî li wan hatiye birîn, dernaxin hewadariya hevpar. Û dema hewadariyê bi tu awayî nayê dirêjkirin. Tenê saetekê li hewadariyê dimînin. Tecrîda li ser tecrîdê heye. Û daxwazên sewqkirinê nayên qebûlkirin."    FERZKIRINA DÎN   Jinan di nameya xwe de ragihandin ku qenalên TV'yê yên aîdî Serokatiya Karên Diyanetê li wan tên ferzkirin û ev tişt anîn ziman: "Li girtîgehê bi darê zorê qursa Qur'anê tê dayîn, îdare tim Qur'anê dide guhdarkirin. Yek dîn, yek pirtûk tê ferzkirin."    MA / Delal Akyuz