Înfaza girtî Alî Şen ku 30 sal in girtîî ye, hat şewitandin 2023-07-12 18:00:21   MÊRSÎN- Înfaza girtî Alî Şen ku 30 sal in girtiye û dihat payin îro ji Girtîgeha Yozgatê ya Hejmara 2'yan a Tîpa T'yê ya Yozgatê derkeve, hat şewitandin. Malbata Şen ku hat ber girtîgehê, piştî agahiya şewitandina înfazê wergirt, car din vegeriya Mêrsînê.    Girtî Alî Şen ku 30 sal in girtiye û dihat payin îro ji Girtîgeha Yozgatê ya Hejmara 2'yan a Tîpa T'yê derkeve, bi biryara Lijneya Îdare û Çavdêriyê berdana wî hat atloqkirin. Malbata Şen ku hat ber Girtîgeha Yozgatê, piştî agahiya şewitandina înfazê wergirt, car din vegeriya Mêrsînê.    Şen, di sala 1993'yan de li Mêrsînê hat girtin û bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" û "xerakirina yekîtî û yekpareyiya dewletê" ji aliyê Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê (DGM) ve cezayê muebedê lê hat birîn.    Îsmaîl Şen, kurê Alî Şen bertek nîşanî vê biryarê da û got ku pirsên wekî "PKK rêxistina terorê ye yan na?", "Hûn poşman in yan na?" û "Heya niha partiyê çi daye we?" ji girtiyan tê pirsîn û ji ber vê înfaza wan tê şewitandin.   Şen got:" Ev mirov 30 sal in bedêlê didin. Piştî vê saetê hûn niakrin wan etslîm bigirin. Bi vî awayî hem girtî hem jî malbatên wan tên îşkencekirin. Em ji bo hestyariyê bang li raya giştî dikin."