Şaxa ÎHD’a Wanê 12’emîn Lijneya Giştî li dar xist 2023-07-12 15:13:36   WAN - Şaxa ÎHD’a Wanê 12’emîn Lijneya Giştî ya Asayî li dar xist. Serokê Şaxê Mehmet Karataş di lijneyê de axivî û got ku girîngtirîn pirsgirêka Tirkiyeyê, tecrîd e.    Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Wanê 12’emîn Lijneya Giştî ya Asayî li dar xist. Lijne, li Euwana Konferansan a Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) hate lidarxistin. Lijneyî diyarî Dayikên Şemiyê hate kirin û li gel delegeyan, her wiha nûnerên rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî jî tev li lijneyê bûn. Konferans, bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre jî rapora darayî û xebatan hate xwendin.    Piştre jî Rêveberê Şaxa ÎHD’a Wanê Hamdî Bayhan axivî. Bayhan, berxwedana Dayikên Şemiyê silav kir û wiha got: “Li Tirkiyeyê faşîzm êdî xwe sazûman kir. Zext li muxalîfan tê kirin, cezayê hefsê li parastvanên mafan tên birîn. Lewma divê qada mafên mirovan neyê terikandin. Rizgariya vî welatî bi demokrasî û mafên mirovan dibe.”    ‘PIRSGIRÊKA HERÎ GIRÎNG TECRÎD E’    Serokê Şaxa ÎHD’a Wanê Mehmet Karataş jî ev tişt anî ziman: “Xebatên ÎHD’yê yên li Kurdistan û Tirkiyeyê didomin. Ji tecrîda li girtîgehan heta binpêkirina mafên mirovan, gelek pirsgirêk hene. Li Kurdistanê polîtîkayeke gelek qirêjî tê meşandin. Tecrîda li Îmraliyê li ser birêz Ocalan û girtiyên din tê ferzkirin, pirsgirêka herî girîng e. Ji ber ku ev tecrîd li Kurdistanê weke binpêkirinên rojane li gel vedigere. Em heta niha her tim ji bo gelên Tirkiye û Kurdistanê têkoşiyan û dê ev têkoşîn bidome. Em di wê baweriyê de ne ku dê bi ser kevin.”    Piştî axaftina Karataş, konferans bi axaftinên beşdaran dom kir.    Piştî axaftinan, hilbijartin hate kirin û Firat Durmaz weke serokê şaxê yê nû hate hilbijartin.