Girtiya ku bijîşk gotibû ‘divê bi lezgînî emeliyat bibe’ şandin girtîgehê 2023-07-12 12:42:46 ENQERE - Ji ber ku tumora di mejiyê girtiya nexweş Ozge Ozbek ku li Girtîgeha Jinan a Sîncanê tê ragirtin mezin dibû, bijîşk gotibû ku divê bi lezgînî were emeliyatkirin. Hat zanîn ku tevî gotina bijîşk jî Ozbek dîsa birin girtîgehê.    Girtiya bi navê Ozge Ozbek li Girtîgeha Jinan a Sîncanê tê ragirtin û di demên berê de ji ber tumroa di mejiyê wê de hatibû emeliyatkirin. Ozbek, di 10’ê tîrmehê de bi ser hişê xwe ve çû, serê wê li erdê ket û rakirin nexweşxaneyê. Bijîşkê nexweşxaneyê jî got ku tumora di mejiyê wê de pêş ketiye û divê bi lezgînî were emeliyatkirin. Lê tevî hişyariya bijîşkan jî Ozbek dîsa birin girtîgehê.    Hevjînê Ozbek, Ozgur Ozbek têkildarî rewşa tenduristiyê ya Ozbek agahî dan û wiha got: “Ozger her roja duşemê li me digere. Wê rojê li me negeriya û em jî tirsiyan. Di saetên şevê de em li girtîgehê geriyan. Ji me re gotin ku rakirine nexweşxaneyê. Piştre jî em bi Ozgeyê re axivîn. Ji me re got ku serê wê zivirî ye, bi ser hişê xwe ve çûye û serê wê li erdê ketiye. Got ku rakirine nexweşxaneyê, li vir tetkîk û muayene hatiye kirin, bijîşk jê re gotiye ku tumora di mejiyê wê de pêş ketiye û divê di zûtirin demê de li nexweşxaneyeke cuda emeliyat bibe. Lê tevî hişyariyên bijîşk jî gardiyanan ew dîsa birine girtîgehê. Got ku her tim serê wê dizivire û dilê wê radibe.”    ÇI BÛBÛ?   11’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê di sala 2011’an de derheqê Ozbek de bi îdiaya “Endamtiya rêxistinê” 6 sal û 3 meh cezayê hefsê da. Ji ber ku di mejiyê wê de tumor hebû, di 27’ê cotmeha 2020’ê de li Nexweşxaneya Acibadem a Stenbolê emeliyata mejiyê vekirî bû. Piştî emeliyatê jî cezayê Ozbek ji hêla Dadgeha Bilind ve hate erêkirin. Lijneya Tenduristiyê ya Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Daricayê di 24’ê kanûna 2021’an de raporek amade kir û got ku guncav nîne ku Ozbek di girtîgehê de bimîne. Ji bo taloqkirina înfaza Ozbek serlêdan hate kirin û Wezareta Tenduristiyê got ku şert û mercên girtîgehê ji bo Ozbek guncav nînin. Lê tevî rapora Lijneya Tenduristiyê jî, Saziya Tipa Edlî (ATK) ji bo Ozbek rapora “dikare di girtîgehê de bimîne” amade kir.