Şirnex 40 sal in 'herêma ewlehiya taybet' e: Armanc bêmirov hiştina herêmê ye 2023-07-12 09:22:21 ŞIRNEX - Parlamenterê Partiya Çepên Kesk Mehmet Zekî Îrmez diyar kir ku ji aliyê Walîtiya Şirnexê ve herêma Botanê wekî herêma "ewlehiyê ya taybet" hatiye ragihandin û got: "Ji serdema 90'î heta niha vê herêmê bi qanûnên OHAL'ê bi rê ve dibin. Armanc bêmirov hiştina vê herêmê ye. Polîtîkayên xwe yên li ser vê herêmê anîne asteke wisa ku gel dibêje, 'xwezî bi salên 90'î."    Li Kurdistanê di salên 1990'î de ji aliyê dewletê ve bi hezaran gund li ser navê "herêmên ewlehiyê" hatin valakirin û piştre jî şewitandin. Piştî valakirina gundan gelek şêniyên herêmê ji bêgavî xwe koçî bajaran û metropolên Tirkiyeyê bûn. Polîtîkaya ku dewletê di wan salan de xistiye dewreyê heta roja me ya îro jî didome. Li herêmên Besta, Cûdî, Gabar û Çilenimêja ê Şirnexê ku birîna daristanan didome, ji aliyê Walîtiya Şirnexê ve her 15 rojan carekê ji ber ewlehiyê ev herêm tên qedexekirin. Ji bilî cerdevanên ku daran dibirin û şîrketên nêzî dewletê ku di bin navê madenê de li komirê digerin, ketina gundan ji şeniyên herêmê re qedexe ye. Li gelek gundan jî welatî bi destûra walîtiyê dikarin biçin gundên xwe.    Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Şirnexê Mehmet Zekî Îrmez der barê polîtîkayên ewlehiyê yên li ser herêmê de axivî.    'HERÊMÊ BI OHAL'Ê BI RÊ VE DIBIN'   Îrmez bal kişand ser polîtîkayên salên 90'î û diyar kir ku polîtîkayên ku dewlet îro li ser herêmê dide meşandin ji yên salên 90'î derbas kirine û wiha got: "Polîtîkayên qirkirinê ku li Kurdistanê tên meşandin ev sedsal in didome. Ev polîtîka ji niha ve nehatine destpêkirin. Ji roja ku Komara Tirkiyeyê hatiye avakirin heta niha li Kurdistanê ji ber polîtîkayên qirkirin, îmhakirin û tasfiyekirinê pêş bixin bi her awayî li ser gel, xwezayê, çandê, ziman û siyaseta gelê kurd qedexekirin berdewam dikin. Heta roja me ya îro jî van polîtîkayên xwe didin meşandin. Kes tên guhertin, desthilatdarî tê guhertin lê belê ew bîrdoziya bingehin a netewdewletî naguhere û didome. Di van 40 salan de bi taybetî li Kurdistanê şereke bi hovane didin meşandin. Ev 40 sal in ev qedexe didomin. Lê belê ji salên 80'yî vir ve zagonek derxistine û bênavber vê zagona xwe pêk tînin. Gelek caran gelê me jî dibêje,'xwezî bi serdemên 90'î'. Bifikirin ji serdemên 90'î heta niha vê herêmê bi zagonên OHAL'ê bi rê ve dibin. Îsal jî ew herêmên ku qedexe lê hatiye ragihandin jî ji 1'ê çileyê heta 1'ê kanûnê Walîtiya Şirnex herêma Botanê weke herêma ewlekariyê ya taybet ragihand. Ev saleke ku ev qedexeya wan didome. Lê tevî vê  her 15 rojan carekî jî qedexe tê ragihandin."    HERÊM JI BIRÎNA DARAN RE SERBEST E, JI ÇANDINIYÊ RE QEDEXE YE   Îrmez da zanîn ku dewlet li ser navê polîtîkayên ewlehiyê bi awayekî nehiqûqî şêniyên herêmê ji gund û axa wan dûr dike û wiha domand: "Ev mijar bi pirsgirika kurd ve girêdayî ye. Çawa ku li ser zimanê me, çanda me, siyaseta gelê kurd, dîroka wê qedexeyek hebe ew devera ku em tê de dijin jî li ser xwezaya me jî ev didome. Em her tim dibêjin şûna ku dewlet vê pirsgirikê bi awayeke demokratîk çareser bike, bi tasfiyekirinê, îmhakirinê û qirkirinê hewl dide pêk bîne. Herêma me jî 15 rojan carekî li ser navê ewlehiyê qedexe radigihîne. Armanc çiye? Armanc ew e ku weke salên 90'yan çawa ku nêzî 4 hezar gundên Kurdistanê şewitandin û bêmirov hiştin heman polîtîkayê îro jî dimeşine. Hewl dide ku wan herêman bêmirov bihêle. Kesê  ku dixwaze biçe ser gundê xwe, kesên ku dixwazin biçin ser rezên xwe çandiniyê bikin, bi ragihandina van qedexeyan nikare biçin. Gundên ku nehatine hilweşandin jî bi van polîtîkayan hewl didin şeniyên herêmê ji wir bidin koçber kirin. Li piraniya van herêmên ku tên qedexekirin, dar tên birîn. Yê ku destûrê ji walitiyê nestîne nikare biçe van deveran. Hewledayinên gelê me yê çûyina van herêman heye lê belê destûr nadin û naçin. Lê belê ew kesên ku daran dibirin û hovitiyê dikin, ew ê ku li ser xwezayê qirkirinê dikin ew rehetî dikarin biçin. Ev sê sal in li vir polîtîkayeke mêtingeriyê li ser vê herêmê tê meşandin."   'WALITIYA ŞIRNEXÊ BI KÊFÎ TEVDIGERE'   Parlamenter Îrmez anî ziman ku kesên ku li herêmê daran dibirin, talankirina xwezayê dikin herêmên qedexekirî ji wan re vekiriye û got: "Ji bo ku konên madenê û neftê ji xwe û şirîkên xwe  re peyda bike li her devera Botanê kolandine û karkerên wan her derê dixebitin. Ev kes diçin van herêmên ku hatine qedexekirin dixebitin. Bi ser navê lêgerîna neftê diçin darên herêmê dibirin. Zagon tune ne.Walitiya Şirnexê bi keyfî tevdigere. Gelê me yê Botanê her çiqas bixwaze biçe ser gundê xwe, warê xwe karê çandinê û ajalkariyê bike jî dewlet destûr nade. Lêbelê ew kesên ku mêtingeriyê dikin, yê ku ji bo desthilatdariyê çavkaniya aboriyê peyda bike ji wan re her dever vekiriye. Hem di talankirina xwezaya herêmê de, hem jî di lêgerîna neftê de ranteke mezin heye."   'XWEZAPEREST DIRÛTIYÊ DIKIN'   Îrmez bertek nîşanî bêhelwestbûna xwezahezan a li hemberî qirkirina xwezaya herêmê da û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Dema ku mijar dibe qirkirina xwezaya Kurdistanê her xwezaperest xwe bêdeng dike, guhên wan, devê wan û çavê wan girtî ye. Ev dirûtî ye. Civaka me çi qasî qîr jî bikin dengê wan nayê bihîstin. Sedemê vê çiye, ev mesele bi pirsgirêk bi pirsgirêka gelê kurd ve girêdayî ye. Heta ku ev pirsgirêk neyê çareserkirin, mafê gelê kurd û nasnameya kurd neyê naskirin û qebûlkirin ev pirsgirêka heyî dê bidome. Ew xwezaperestên ku li ser vê mijarê lêkolîn jî dikin,' dibêjin ew der herêma ewlehiyê ye, em nikarin deng bikin' Ev jî dûritiyeke mezine. Dema ku şewat derdikeve ez ê Îzmîrê, Muglayê,ez ê Aydinê dengê xwe derbixim, lê belê Kurdistanê de ciheke weke Şirnexê rojê 50 TIR dar dê bên birîn, talankirin ez ê dengê xwe nekim. Em ji wan saziyan re dibêjin saziyên qaşo ne. Em dibêjin divê ku herkes bi civakî tevbigere. Talaniyeke mezin li herêma me bênavber didome. 6 sal beriya niha planek ruxandinê, qirkirinê pêk hat. Ev plan didome. Dixwazin ku çand, hûner û zimanê vê civakê ji holê rabikin. Em jî weke siyasetmedarên vê civakê heta dawiyê li hemberî van kirinan dengê xwe derbixinin û gelê xwe ji van polîtîkayan agahdar bikin."    MA / Zeynep Durgut - Mehmet Guleş