Yaylali: Kampa Lavrioyê bi tevkariya NATO'yê hat valakirin 2023-07-12 09:03:00 ENQERE - Aktivîstê aştiyê Yannîs Vasîlîs Yaylali diyar kir ku rewşa penaberên ku li Kampa Lavrioyê dimînin li gor têkiliyên di navbera Tirkiye û Yewnanistanê de dirûv digirin û got ku valakirina kampê bi tevkariya NATO'yê hatiye kirin.  Di 5'ê tîrmehê de polîsên yewnan avêtin ser kampa penaberan a li bajarê Lavrio yê Yewnanistanê û ew vala kirin. Ji ber ku kamp, beriya civîna NATO'yê hat valkirin, ev yek wekî jesteke Serokwezîrê Yewnanistanê Kiryakos Mîçotakîs a ji bo Serokkomarê AKP'î Tayyîp Erdogan ku dê di civîan NATO'yê de bên cem hev du, hat nirxandin.    KAMPÊ WEKÎ KOZ BI KAR TÎNIN   Aktîvîstê aştiyê Yanîs Vasîlîs Yaylali ku li Yewnanistanê dimîne, anî ziman ku valakirina Kampa Lavrioyê ne dervî hêzên navneteweyî ye. Yaylali bibîr xist ku ev kamp nêzî 70 sal in malovaniya penaberan dike û got ku piştî salên 1980'yî jî bi taybetî penaberên kurd li kampê dimînin. Yaylali destnîşan kir ku rewşa penaberên li Kampa Lavrioyê li gor têkiliyên di navbera Tirkiye û Yewnanistanê de dirûv digirin û got: "Kampa Lavrioyê, wekî qadeke berxwedanê navê xwe li dîrokê nivîsand. Kesên li Tirkiye û Kurdistanê ji bo demokrasiyê li ber xwe dan û ji ber zilmê û cezayên girtîgehê ji bêgavî îltîca kirin, berê xwe dan vir. Ev kamp berê jî rastî êrişan dihat, lê di dema hikûmeta nû û serokwezîrê nû Mîçotakîs de zêdetir bûn. Yewnanistan, tim û tim vê kampê wekî kozekê bi kar aniye li hemberî Tirkiyeyê. Gava têkiliyên wê û Tirkiyeyê xirab dibin, zextên wê jî kêm dibin, lê gava têkilî baş dibin berê xwe didin Kampa Lavrioyê. Tiştên niha diqewimin jî di vê çaçroveyê d ene."    Yaylali destnîşan kir ku valakirina kampê di çaçroveya tevkariya NATO'yê de hatiye kirin û got ku NATO û DYA zor dane Mîçotakîs. Yaylali bilêv kir demildest divê dest ji vê şaşiyê bê berdan.    'DIVÊ GEL NEBE ŞIRÎKÊ SÛC'   Yaylali diyar kir ku gelê Yewnanistanê wekî hikûmetê nafikire û got ku ji bo berjewendiyên xwe nêzî kurdan nabe. Yaylali wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ez wiha difikirim ku çarenûsa gelê yewnan û gelê kurd yek e. Ji lew re her du gel jî bi salan e rastî êrişên sîstematîk ên dewleta Tirkiyeyê tên. Di dema dewleta Tirkiyeyê de li Behra Reş û herêma Egeyê zêdetirî milyon û nîv rûm hatin qetilkirin. Tirkiye niha jî gelê kurd qetil dike. Wateya vê yekê jî ew e ku çarenûsa her du gelan yek e. Lewma dixwazim gelê yewnan li ber hkûmetê rabe. Divê gelê yewnan nebe şirîkê vî sûcê hikûmetê."    MA / Hakan Yalçin