ROJEVA 12'Ê TÎRMEHA 2023'YAN 2023-07-12 09:00:06       * Endamê NRLS Kurdyar Direhî der barê Komxebata Lozanê de ku li Rojava hat li darxistin bi lêv kir ku di sedsaliya Lozanê de ji bo destkêftiyên kurdan a girîng yekîtî ye û got ku heke yekîtiya kurdan pêk neyê dê Lozan dubare bibe.   * Nivîskar-lêkolîner Îkram Îşler diyar kir ku komkujiyên ku li Geliyê Zîlanê li hemberî gelê kurd dest pê kirin hê jî didomin û got: "Kurd ji dema Lozanê ve tên kuştin. Feraseta qetlîamker hê jî wekî berê ye."    * Endamê Meclisa Partiyê yê HDP'ê Cengîz Topbaşli diyar kir ku civînên gel ên di çarçoveya pêvajoya avakirina serdema nû de pêk tên hêvî didin wan û destnîşan kir ku ew navenda siyaseta Rêya Sêyemîn in û ew ê bi civînên tematîk van xebatan bidomînin.   * Parlementerê Partiya Çepên Kesk Mehmet Zekî Îrmez diyar kir ku ji aliyê Walîtiya Şirnexê ve herêma Botanê wekî herêma "ewlehiyê ya taybet" hatiye îlankirin û got: "Ji serdema 90î heta niha vê herêmê bi zagonên OHAL'ê bi rê ve dibin. Armanc bêmirov iştina vê herêmê ye. Polîtîkayên xwe yên li ser vê herêmê anîne asteke wisa ku gel dibêje, 'xwezî li salên 90'î."    * Aktivîstê aştiyê Yannîs Vasîlîs Yaylali diyar kir ku rewşa penaberên ku li Kampa Lavrioyê dimînin li gor têkiliyên di navbera Tirkiye û Yewnanistanê de dirûv digirin û got ku valakirina kampê bi tevkariya NATO'yê hatiye kirin.    * Li Wanê bi bi germahiya hewayê re av tê qutkirin. Welatiyên ku ji ber vê mexdûr in, wiha bertek nîşan dan: "Zilma qeyûm."    * Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar dê di roja 842'yemîn de berdewam bike.    * Danişîna ewil a 15 jê girtî ya 18 rojnamevanên kurd piştî 13 mehan li 4'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê dê di roja duyemîn de berdewam bike. (09.00-17.00)