Dayikên Aştiyê hatin beraetkirin 2023-07-11 15:37:09   STENBOL - 11 Dayikên Aştiyê û 2 rojnamegerên ku piştgirî dan çalakiya greva birçîbûnê ya ku li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, hatin beraetkirin.    Bi pêşengiya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li Girtîgeha Îmraliyê ya Tîpa F ya Ewlekariya Bilind di 8’ê Mijdara 2018’an de greva birçîbûnê hatibû destpêkirin, Dayikên Aştiyê di 10'ê gulana 2019'an de bi armanca piştevaniyê li ber Girtîgeha Bakirkoya Stenbolê ya Jinan çalakî li dar xistibûn û polîsan êrişî çalakiya wan kirbû. Di êrişa hatibû kirin de 11 Dayikên Aştiyê û rojnameger Îrfan Tunççelîk û Ûmît Turhan Coşkun hatibûn binçavkirin. Rûniştina dawî ya doza ku der barê 13 kesên bi îdiaya "li dijî qanûna civîn û meşên xwepêşandanê" û "li ser navê rêxistinê bêyî ku endamê rêxistinê bin sûc kirine" li 23'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Çaglayana Stenbolê hat lidarxistin. Di danişînê de parêzer Erman Ozturk û Xabat Demîrcan amade bûn.   Dozger di danişînê de nêrîna xwe ya li ser esasê eşkere kir û ji ber nebûna hêmanên hiqûqî yên sûc xwest kesên tên darizandin bên beraetkirin. Piştre parêzeran diyar kir ew bi vê fikrê razî ne û daxwaza beraetê kirin.   Şandeya dadgehê piştî navberê biryara xwe eşkere kir û diyar kir ku hêmanên hiqûqî yên sûc nehatine tespîtkirin û 11 Dayikên Aştiyê û rojnameger Îrfan Tunççelîk û Ûmît Turhan Coşkun beraet kir. Biryara qedexeyê ya derketina derveyî welat derbarê wan de jî hat rakirin.