Di bûyera kuştina Temel de 3 kesên din hatin binçavkirin 2023-07-11 15:20:54 ŞIRNEX - Di çarçoveya lêpirsîna qetilkirina welatiyê bi navê Temer Temel de 3 kesên din jî hatin binçavkirin.    Di 7’ê gulanê de li gundê Setkar ê girêdayî navçeya Elkê ya Şirnexê li dijî welatiyê bi navê Temer Temel de êriş hate kirin û li pêşiya mala xwe hate qetilkirin. Têkildarî qetilkirina Temel lêpirsîn hatibû destpêkirin.  Di çarçoveya lêpirsînê de 3 kesên din jî hatin binçavkirin. Hat zanîn ku ji van 3 kesan 2 jê li navçeya Elkê û kesek jî li bajarê Çanakkaleyê hatiye binçavkirin. Binçavkirî niha li Midûriyeta Emniyetê ya Elkê tên ragirtin.    Hêjayî bibîrxistinê ye ku di çarçoveya lêpirsînê de kesê bi navê H.T. di 27’ê hezîranê de li Wanê hatibû binçavkirin û bi sedema “Kuştina bi qesdî” hatibû girtin. Di 6’ê tîrmehê de jî H.T. û Î.T. ku birayên hev in, li Wanê hatibûn binçavkirin. Her du bira bi sedema “hewldana kuştinê” hatibûn girtin.