Rojnamegerê girtî Çelîk: Li vir rojnamegerî tê darizandin 2023-07-11 15:01:58 AMED - Rojnamegerê girtî Omer Çelîk diyar kir ku mijarên di bernameya xwe de û pirsên ji mêvanan hatine kirin ji hêla wî ve hatine amadekirin û wiha got: “Li vir, xebatên min ên rojnamegeriyê tên darizandin.”    Di çarçoveya lêprisîneke Serdozgeriya Komarê ya Amedê de di 8'ê Hezîrana 2022'yan de 20 jê rojnamevan 22 kes hatin binçavkirin. Ji 22 kesên ku 8 rojan di binçavan de man 16 rojnamevan di 16'ê hezîranê de bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatin girtin. 15 jê girtî 18 rojnamevanên kurd ku di 12'ê adarê de îdianameya wan hatibû amadekirin, piştî 13 mehan, îro derketin pêşberî dadger. Danişîn li 4’emîn a Dadgeha Cezayê Giran a Amedê didome.     Di danişînê de niha jî rojnameger Omer Çelîk parastina xwe bi kurdî kir. Çelîk, bal kişand ser girîngiya piştevaniya ji bo azadiya çapemenî û xweîfadekirinê û spasiya kesên hatine danişînê kir. Çelîk, destnîşan kir ku xebatên wan ên rojnamegeriyê weke sûc hatine nîşandan û wiha got: “Li vir, rojnamegerî tê darizandin.”    ‘PEYWIREKÎ MEZIN DIKEVE SER MILÊ ROJNAMEGERAN’   Çelîk, anî ziman ku ji bo pêşketina demokrasiyê serbixwebûna qanûnsazî, rêveberî û darazê girîng in û wiha got: “Ji bo welatekî demokratîk, hewcehî bi pirçandîtî û pirzimaniyê heye. Ji bo parastina welatiyan, peywira herî mezin dikeve ser milê rojnamegeran. Lewma mirov dikare bibêje piştî daraz, qanûnsazî û rêveberiyê çaremîn mezintirîn hêz rojnamegerî ye.”    ‘ARMANCA ME EW E KU HEQÎQETÊ DERXÎNIN HOLÊ’   Bi domdarî Çelîk anî ziman ku peywireke rojnamegeran jî ew e ku çareseriyên alternatîf biafirînin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji bo ku bikarin bi vê rola xwe rabin, divê rewşeke demokratîk hebe. Îktîdar xwe weke îktîdareke demokratîk nîşan dide lê demokratîk nîne. Dema mirov li qada civakî û siyasî dinihêre dibîne ku tiştekî wiha nîne. Mirovên li dijî vê derdikevin jî hewl didin bêdeng bikin. Dixwazin xelkê bêdeng bikin û vê rewşa faşîzan pê bidin qebûlkirin. Hewl didin heqîqetê bi vî awayî veşêrin. Armanca me jî ew e ku heqîqetê derxînin holê. Ew jî hewl didin vê veşêrin. Îdia dikin ku demokratîk in lê bi sepanên xwe, xwe vala derdixînin. Di vî şerê hegemonîk de astengkirina rojnamegeran û veşartina heqîqetê weke amûrekî bi kar tîne.”    XETA SOR A ÎKTÎDARÊ    Di berdewamê de Çelîk destnîşan kir ku di nava 20 salan de AKP’ê hêmayên daraz, qanûnsazî û birêvebirinê xistin destê xwe û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li gorî wan ew ‘her tim mafdar in.’ Yên din jî ‘herêmî û netewî’ nînin. Yên din ‘terorîst in.’ Ji xwendekaran heta siyasetmedar û akademîsyenan, her kesên vê rastiyê derdixînin holê jî terorîst in. Lewma lîsteya derveyî lîsteya herêmî û neteweî ewqas mezin dibe. Û tevek jî weke terorîst tên darizandin. Hinek xetên sor ên vê îktîdarê hene. Yên ku van xetan derbas dikin jî tên darizandin. Yek ji van sînoran jî pirsgirêka kurd e.”    ‘EM RÛMETA XWE DIPARÊZIN’   Çelîk, got ku gelê kurd beriya damezirandina komarê heta niha tune tê hesibandin û wiha axivî: “Kesên pirsgirêka kurd tînin ziman, weke ‘terorîst’ tên ragihandin. Kesên li derveyî pergala heyî diaxivin, mîna di gelek qadan de di vê qadê de jî weke terorîst tên ragihandin. Weke rojnamegerên li hemberî vê pergalê serî natewînin, em rûmeta xwe diparêzin. Xebatên rojnamegeriyê yên em dimeşînin, rast in. Em dizanin bê ka çi dikin.”    Çelîk, diyar kir ku dema hatin binçavkirin hêj nedizanin bê ka bi çi tên tawanbarkirin lê medyaya alîgir derheqê wan de gotinên manîpûlatîf kbelav kirine û wiha pê de çû: “Ev manîpulasyona wan kirî nîşan dide bê ka em çima tên darizandin.”    ‘BERNAMEYÊN ME TÊN KRÎMÎNALÎZEKIRIN’   Rojnameger Çelîk bi domdarî got “Weke rojnamegerekî hemû pirsên bernameya xwe min amade kirin, mijar min diyar kirin, heke mudaxeleyên hatine kirin ku ji bo wan îdiaya fermanê tê kirin hebûna, dê min ev yek qebûl nekira” û ev tişt anî ziman: “Min di nava salekê de 52 bername pêşkeş kirin û ji van 6 jê hatine hilbijartin û krîmînalîzekirin. Axaftina me ya bi Omer Ocalan ê HDP’î re weke sûc hatiye nîşandan. Pirsên me kirin weke ferman hatine nivîsandin. Tê gotin ku min beriya her bernameyê û piştre ferman girtine. Ev bû 15 sal ez rojnamegeriyê dikim û min ji tu kesekî ferman negirtine. Gelo ma em têkildarî pirsgirêka kurd neaxivin?”    MUTEBEQETA DOLMABAHÇEYÊ BI BÎR XIST   Çelîk, got ku cara ewil e têkildarî pirsgirêka kurd nayê axaftin, bal kişand ser Oslo, Pêvajoya Çareseriyê, Mutabeqeta Dolmabahçeyê û gotinên siyasetmedarên AKP’î Beşîr Atalay, Yalçin Akdogan, Bulent Arinç û hwd. û rojnamegerên weke Abdulkadîr Selvî û Hîlal Kaplan ên derheqê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de û ev pirs kir: “Heke ew nehatibin darizandin û em îro bên darizandin, wê demê edalet li ku ye?”    Têkildarî tawanbariyên di îdianameyê jî Çelîk wiha parastina xwe kir: “Wêneyên min li Sûr û Kobanê kişandin û hejmara axaftinên min ên li ser telefonê weke sûc hatine nîşandan. Di îdianameyê de qala 4 pirtûkên qedexe hatine kirin. Lê navên wan tune ne. Ji bo îdianame zêdetir bibe ev tişt lê hatine zêdekirin. Dema em li îdianameyê dinihêrin, sûcek xuya nake. Ev doz, doza darizandina rojnamegeran e.”