Ebû Hanzala yê ji DAIŞ’ê dihat darizandin hat berdan 2023-07-11 09:58:37 NAVENDA NÛÇEYAN - Halîs Bayancuk ku  di raya giştî de wek Ebû Hanzala yê ji rêxistnkirina DAIŞ’ê ya Tirkiyeyê berpirsiyar bû û dihat darizandin hat berdan.    Halîs Bayancuk ku di raya giştî de wek Ebû Hanzala tê nasîn li Tirkiyeyê ji rêxstinkirina DAIŞ’ê berpirsiyar e. Bayancuk  girtîbû. Derbarê wî de biryara tehliyeyê hat dayîn. Ji sûcê “rêxistina çekdarî avakirin û rêvebirina wê” 12 sal û 6 meh cezayê hepsê lê hatibû birîn. Cezayê wî di 28’ê kanûna 2022’yan de li Dadgeha Bilind hatibû xerakirin. Di danişîna dawî de dadgehê sê dosyeyên derbarê Ebû Hanzala de kiribû yek.    Li gorî nûçeya Gerçek Gundemê ; Ebû Hanzala di danişîna pêr de ku hatibû lidarxistin de hatiye berdan. Di nûçeyê de hat gotin ku ev demek dirêj bû ku HUDA PAR’ê ji bo berdana Ebû Hanzala zextan li AKP’ê dikir.    Bavê Ebû Hanzala, Haci Bayancuk, di sala 1992’yan de berpirsiyariya basê leşkerî yê Hizbûllahê kiriye. Serokê Giştî yê HUDA PAR’ê Zekeriya Yapicioglû parêzeriya Haci Bayancuk ê ku cezayê heta hetayê lê hatibû birîn, kiribû.    Gelek endamên Hîzbûllahê piştî ku HUDA PAR daxilî Tifaqa Cumhur bû hatibûn berdan.