Civînên bi gel re didomin: Divê partî li gorî paradîgmayê tevbigere 2023-07-11 09:52:47 STENBOL - Welatiyên tev li civîna HDP û Partiya Çepê Kesk a li Stenbolê bûn bal kişandin ser paradîgmaya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan. Welatiyan xwestin ku partî li gorî paradîgmayê tevbigerin.  Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Çepên Kesk piştî hilbijartinên 14-28’ê gulanê, dest bi pêvajoya jinûveavakirinê kiribû. Di vê çarçoveyê de dest bi civînên bi gel re kiribû û ev civîn li Stenbolê domiyan. Civîn, li navçeya Sancaktepeyê hate kirin û li gel rêveberên bajar û navçeyan, endamê HDP PM’ê Bulent Uyguner û gelek welatî jî tev li bûn. Eleqeyeke mezin a gel ji bo civînê hebû û civîn li bûroya hilbijartinê ya demê berê hate lidarxistin. Berdevkê Herêma Yekemîn a HDP’ê Zekî Kiliç di civînê de axivî û bal kişand ser naveroka civînê û armanca wê.    Piştî Kiliç jî endamê PM’a HDP’ê Bulent Uyguner axivî. Kiliç bal kişand ser kampanyaya di dema hilbijartinê de û wiha got: “Em ê di serdema nû de bo xwe ji wan xeletiyan dersan bigirin û rêya xwe bidomînin. Divê polîtîkayên xelet baş bên dîtin û bên sererastkirin. Derfetên kirina siyasetê ya HDP’ê ji hêla vê îktîdara faşîst ve hatin tunekirin. Her rexneya ji hêla gel ve tê kirin dê ji bo partiya me baş be.”     ‘PARADÎGMA BAŞ NEHAT VEGOTIN’    Piştre jî welatî axivîn. Welatiyekî got ku partî di dema hilbijartinê de li gorî paradîgmaya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tevnegeriyaye û Partiya Çepên Kesk baş bi gel re nehat vegotin. Her wiha anî ziman ku tekane rêberê gelê kurd Abdullah Ocalan e û destnîşan kir ku divê li hemberî  kesên di pêvajoya hilbijartinê de hinek gotinên polîtîk dikirin helwestekî zelal were nîşandan.    Welatiyekê din jî got ku tifaqa di dema hilbijartinê de xelet nebû lê hinek partiyên çepgir ev tifaq manîpule kiriye û ev tişt anî ziman: “Gelo kesekî nizane Botan, Serhed, Xerzan û herêmên din nas naike dê di nav me de çawa xebatan bimeşîne?”    ‘DIVÊ GIRÊDAYÎ KRÎTERAN BIN’   Di berdewama civînê de welatiyekê din jî anî ziman ku di dema hilbijartinê de Partiya Çepên Kesk veguheriye “navenda belavkirina parlamenteran” û wiha derbirî: “Di vê çarçoveyê de, dema lîsteyên namzetan dihatin amadekirin xeletî hatin kirin. Divê di pêvajoyên wiha de krîterên diyarker bikevin meriyetê. Erê rast e em bi partiyên din re tifaqan çêbikin lê vê li ser awayê ‘belavkirina parlamenteran’ çênekin. Hinek namzetên parlamenteran nedikariyan bi gel re têkiliyê deynin. Li gorî min divê ev mijar were nîqaşkirin. Divê hejmara kadroyên ciwan a li rêveberiyên bajar û navçeyan bên zêdekirin. Tevgera siyasî ya kurd di xebatên hilbijartinê yên berê de birêxistinkirina şexsan esas digirt lê di hilbijartina dawî de nekarî vê bike.”                               Piştî rexne û xwerexnekirinan, Uyguner dîsa axivî û got ku dê Partiya Çepên Kesk hemû nîqaşan bide berhev û li gorî aqilekî hevpar tevbigere.