ROJEVA 11'Ê TÎRMEHA 2023'YAN 2023-07-11 09:00:10       * Akademîsyen Kamuran Berwarî diyar kir ku derketina ji pirsgirêkên li Rojhilata Navîn bi rêya sêyemîn pêkan e û got: "Sedsala 21'emîn dê bi siyaseta qirkirinê bi rê ve neçe. Ji ber wê dê pergala netewên demokratîk û rêya seyêmîn bi ser bikeve. Bêguman divê kurd xwe ji karesatên mezin re jî amade bikin.”    * Xelkê Wanê xwest ku tecrîda li Îmraliyê bi dawî bibe û wiha gotin: “Her ku em bêdeng dimînin, tiştên girantir bi serê me tînin. Divê her kes bi hev re dengê xwe derxîne.”    * Hevserokê TUHAY-DER’a Wanê Çetîn Ûyar bal kişand ser binpêkirinên mafan ên li girtîgehan û got: “Binpêkirinên mafan ji tecrîda li ser Rêberê PKK’ê qut nîn in. Mifteya çareseriyê Îmralî ye.”   * Huseyîn Yilmazoglû ku 2 zarokên wî ketine xefika tiryakê diyar kir ku ji ber polîtikayên bê cezakirinê hejmara firoşkarên tiryakê her ku diçe zêde dibe û got: "Li Pirsûsê weke nan û penêr tiryak tê firotin."   * Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar dê di roja 841'emîn de berdewam bike.    * Danişîna ewil a 15 jê girtî ya 18 rojnamevanên kurd piştî 13 mehan li 4'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê bê lidarxistin. (09.00-17.00)   * Partiya Çepên Kesk dê komcivîna xwe ya li Meclisê li dar bixe. (12.45)   * Karkerên şaredariyan ên endamên Genel-Îşê dê bi daxwaza "em jiyanek mirovî dixwazin" çalakiya dest ji kar berdanê li dar bixin. (13.00)