Ji bo 3 rojnamevanên girtî serî li AYM'ê hat dayîn 2023-07-10 18:00:02 AMED- Ji bo Rojnamevan Abdûrrahman Gok, Mehmet Şah Orûç û Berîtan Canozer ku ji ber îfadeyên Umît AKbiyik hatin girtin, serî li AYM'ê hat dayîn.    Rojnamevan Abdûrrahman Gok, Mehmet Şah Orûç û Berîtan Canozer ku ji ber îfadeyên şahidê eşkere Umît Akbiyik di çarçoveya lêpirsîneke Serdozgeriya Komarê ya Amedê de hatibûn girtin. Ji bo her sê rojnamevanan serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) hat dayîn.    Parêzer Resûl Temûr ku ji ber "girtîbûna" rojnamevanan serî li AYM'ê da, di serlêdanê de destnîşan kir ku girtina muwekîlên wî ya ji ber xebatên pîşeyî, li dijî xalên 26 û 28'emîn ên AYM'ê ne ku îşaret bi azadiya fikr û ramanê û çapemeniyê dikin.    Di serlêdanê de hat diyarkirin ku der barê muwekîlan de delîlên berbiçav tune ne û ev jî tê wateya binpêkirina mafên "azadî û ewlehiyê" ya di xala 19'emîna Detsûra Bingehîn de hatine destnîşankirin.    Her wiha di serlêdanê de hatiye destnîşankirin ku girtina her sê rojnamevanan siyasî ye.    Parêzer Temûr di serlêdana xwe de xwestiye dawî li binpêkirina mafên muwekîlên wî bê.