Li Agiriyê îmamek bi sûcê 'dest avêtiye zarokekê' hat girtin 2023-07-10 17:41:04       AGIRÎ- Y.Ç.'yê ku li gundekî Agiriyê îmamtî dikir, bi sûcê "dest avêtiye  zarokekê" hat digirtin.   Y.Ç.'yê ku li gundekî Agiriyê îmamtî dikir, di 22'yê Hezîranê de li Taxa Fevzî Çakmakê dest avêtiye zarokeke 5 salî. Piştî ku keçikê tiştên hatine serê wê ji malbata xwe re gotiye, malbatê jî giliyê îmam kiriye. Polîsan jî kamerayên li kuçeyê lêkolîn kirin û mele Y.Ç. tespît kirin û ew binçav kirin.   Îmam Y.Ç. di îfadeya xwe ya li midûriyeta polîsan de li xwe mikur hat û paşê ji aliyê dadgehê ve hat girtin.