Hat xwestin li polîsê ku Cîhan Can qetil kir ceza bê birîn 2023-07-10 13:24:49 AMED - Hat xwestin ku li polîs Hakan Avci ku bi wesayîta zirxî endezyar Cîhan Can qetil kiribû, heya 6 salan cezayê girtîgehê bê birîn.    Polîs HaKan Avci, li ber avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê bi wesayîta zirxî pêl endezyar Cîhan Can kiribû û ew qetil kiribû. Îro danişîna dozê li Dadgeha Ceza ya Asliye ya 11'an a Amedê hat lidarxistin. Meqama îdiayê mutalaaya xwe berpêşî dadgehê kir.   Meqama îdiayê di mutlaaya xwe de îşaret bi raporên Saziya Tiba Edlî (ATK) kir ku di van raporan de polîs Avci ji sedî sed qisûrdar hatiye dîtin û got ku bersûc di dema bûyerê de baldartevnegeriyaye. Meqama îdiayê xwest ku bi sûcê "bi qisûrdarê sedema mirinê" ji 2 salan heya 6 salan ceza li bersûc polîs Avci bê birîn.   Piştî mutalaayê, parêzerê bersûc Farûk Ûygûn û parêzerê malbata Can, li hember mutalaayê doza wext kirin.   Heyeta dadgehê jî daxwaza wan qbeûlkirin û danişîna dozê taloqî 4'ê Îlonê kir.