Li Xîzanê bi sedan dar ji kokê de hatin rakirin 2023-07-10 13:10:29   BEDLÎS - Li gundê Xûlepûr ê navçeya Xîzan a Bedlîsê ku qedexeya derketina derve hatibû ragihandin, bi kemçeyan bi sedan darê findiq û fêkiyan ji kokê hatin rakirin.    Di dema qedexeya derketina derve ya li 10 gund û mezrikên navçeya Xîzan a Bedlîs de ku di 2'yê Tîrmehê de hat ragihandin, bi kemçeyan bi sedan dar ji kokê hatin rakirin. Ji gundê Xûlepûrê Mehmet Sakî Altûn anî ziman ku bi kemçeyan bi sedan darên wî yên findiq û fêkiyan ji kokê hatine rakirin.    BILA HER KES VÊ ZILMÊ BIBÎNE'    Altûn ragihand ku di dema qedexeyê de bi dehan makîneyên ka rhatine gund û got: "Piştî qedexe dest pê kir, avêtin ser mala apê min. Piştî avêtina ser malê bi kemçeyan ketin nav zeviyên me. Bi sedan darên me yên findiq, gûz û sêvan talan kirin. Di nava çend saniyeyan de 30 donim erd serobino kirin. Divê şandeyek were gund, lêkolînê bike. Divê cîhan vê heqaret û zilmê bibîne. Me debara xwe bi van daran dikir. Armanca wan, zirarê bidin me û xwezayê."    Altûn anî ziman ku bi van zextan koçberî li wan tê ferzkirin û got: "Em debara xwe bi van baxçeyan dikin. Darên me yên 100û 80, 70 salî ji kokê de rakirin. Qaşo ji bo rêya xw evekin wiha kirine. Halbûkî li her du aliyên baxçe rê heye. Darên me yên gûz, findiq û sêvan talan kirin."   Aştûn bilêv kir ku dê gilî bike.