Xwebûn bi manşeta 'Ji bêdengiyê cesaret digirin' derket 2023-07-10 10:46:43 NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameyê Xwebûnê ku bi manşeta “Ji bêdengiyê cesaret digirin” derket, bal kişand ser tecrîda li Îmraliyê û gefên ku bi nameyan li Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatine xwarin.   Hejmara 186’emîn a rojnameya Xwebûnê bi manşeta “Ji bêdengiyê cesaret digirin” derket. Rojnameyê di manşeta xwe de bal kişand ser tecrîda li Îmraliyê û gefên ku bi nameyan li Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatine xwarin.    Nivîskarê rojnameyê Felemez Ulug di nivîsa xwe de tecrîd û gefên li Îmraliyê nirxandiye. Her wiha Parlamenterê Çewlikê yê Partiya Çepên Kesk Omer Farûk Hulaku jî der barê mijarê de ji rojnameyê re axivî.   Di surmanşeta xwe de jî rojnameyê cih ji beşa dawîn a dosya nivîskarê xwe Zinar Ronî ya der barê avakirina HUDA-PAR’ê de veqetandiye. Zinar Ronî, li armanca avakirina HUDA-PAR’ê, xebatên kontrayên wê rawestiyaye û bal kişandiye ser hevkariya wê ya bi AKP’ê re gotiye kontra nikarin bibin nûnerên Gelê Kurd.   Di rûpelê jinê de nûçe analîzeke li ser xebatên jinan ên li Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatiye amadekirin. Her wiha bi parlamentera Partiya Çepên Kesk a Mêrdînê Berîtan Guneş Aydin re der barê  Navenda Lêkolîn, Arşîv û Pirtûkxaneya Jinên Kurd ku li Silêmaniyê hatibû vekirin de nûçeyek hatiye çêkirin.    Her wiha di rûpelê 4’an ê rojnameyê de jî li ser girtina rojnameger Merdan Yanardag û sûcdariyên Erdogan ên li Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatiye rawestandin.    Di rûpelê Kirmanckî yê rojnameyê de jî li ser hevkariya PDK’ê ya bi AKP’ê re hatiye rawestandin.    Her wiha mijarên mîna Peymana Lozanê, çandinî û çanda zad û tendûrê jî mijarên rojnameya Xwebûnê ne.