Doza cerdevanê ku dest dirêjî zarokekê kir hat taloqkirin 2023-07-10 10:36:24       ŞIRNEX - Danişîna doza cerdevan Ramazan Babat ku dest dirêjî zarokekê kiribû, hat taloqkirin.    Cerdevanê bi navê Ramazan Babat, di gulana sala 2022’yan de li bajaroka Sêgirkê ya Qileban a Şirnexê dest dirêjî zaroka 16 salî S.G. kiribû. Danişîna 5'emîn a dozê îro Dadgeha Cezayê Giran a 3'yemîn a Şirnexê hat lidarxistin. Parêzera Wezarata Polîtîkayên Malbat û Civakî di dnaişînê de amade bû. Her wiha bersûc Babat jî bi rêya SEGBÎS’ê tevlî danişînê bû.    Ji ber ku parêzerê bersûc ji bo 3 danişînan doza demê kiribû, di vê danişînê de jî mazereta xwe ragihand. Heyeta dadgehê jî ji ber ku dosye di qonaxa biryardayinê de ye, danişîna dozê taloqî 2'ê cotmehê kir.