Danişîna ewil a doza rojnamevanan sibê ye 2023-07-10 10:30:40 AMED - Danişîna ewil a doza 15 jê girtî 18 rojnamevanan, dê sibê li Dadgeha CEzayê Giran a 4'an a Amedê bê lidarxistin.  Di çarçoveya lêpirsîneke Serdozgeriya Komarê ya Amedê de di 8'ê Hezîrana 2022'yan de 20 jê rojnameger 22 kes hatin binçavkirin. Ji kesên hatin binçavkirin 16 rojnaêevan di 16'ê Hezîranê de bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatin girtin. Mudura Karên Nivîsê ya Jinnewsê Safiye Alagaş ku dosyeya wê ji ya dozê hat veqetandin, meha borî di danişîna ewil de hat berdan. Danişîna ewil a 15 jê girtî 18 rojnamevanan, dê piştî 13 mehan sibê (11'ê Tîrmehê) li Dadgeha CEzayê Giran a 4'an a Amedê bê lidarxistin.    Her wiha tê payîn ku dê sazî û dezgehên neteweyî, navneteweyî û gelek saziyên sivîl daneşînê bişopînin.