Rejîma Îranê siyasetmedar Galvanî bi îşeknceyê qetil kir 2023-07-10 10:10:22 WAN - Siyasetmedar Payman Galvanî li Navenda Binçavkirinê ya Îdareya Îstixbaratê ya Urmiyeyê bi îşkenceyê hat qetilkirin.    Siyasetmedar Payman Galvanî (24) ku di 25'ê Hezîranê de ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatibû binçavkirin, di huxreyeke yekkesî ya li Navenda Binçavkirinê ya Daîreya Îstixbaratê ya Urmiyeyê bi îşkenceyê hat qetilkirin. Hat diyarkirin ku di dema binçavkirinê de nehatiey hiştin ku Galvanî hevdîtinê bi malbata xwe re bike.    Li gundê Pasavî yê bajarê Pîranşarê siyasetmedar Mûsa Esmaîlî (35) jî di 8'ê Tîrmehê de ji ber îşkenceya li Daîreya Îstixbaratê ya Urmiyeyê hatibû qetilkirin. Esmaîlî di 7'ê Gulanê de ji ber xebatên xwe yên siyasî hatibû binçavkirin û paşê hevdîtin bi malbata xwe û parêzerên xwe re kiribû. Rejîmê nehiştibû ji bo Esmaîliyê bi îşkenceyê hatibû qetilkirin li mizgeftê merasîma cenaze bê lidarxistin.    DI 6 MEHAN DE 13 SIYASETMEDARÊN KURD HATIN QETILKIRIN   Li gor daneyên Rêxistina Mafên Mirovan a Hengawê, di 6 mehên ewil ên meha 2023'yan de ji aliyê rejîma Îranê ve 13 jê kurd 20 girtî li girtîgehê bi îşkenceyê atine qetilkirin. Her wiha li gor Hengawê ji sala 2020'an heya niha li anvendên îstixbaratê yên rejîmê herî kêm 20 kurd hatine qetilkirin.