Çalakiya Dag û Er di roja 54'emîn de ye 2023-07-10 10:01:46 NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger ku Mazlum Dag û Abdurrahman Er li Girtîgeha Hewlêrê li dijî binpêkirinan daye destpêkirin, di roja 54'yemîn de didome.  Di 17 tîrmeha 2019’an de li dijî wezîfedarê Sefaretxaneya Tirkiyeyê ya Hewlêrê dîplomatê tirk Osman Kose êriş hatibû kirin. Di êrişê de Kose û welatiyê Iraqê Nerîman Osman û welatiyê ji Hewlêrê Beşdar Ramazan miribûnn. Mazlûm Dag û Abdurahman Er jî bi sedema vê êrişê hatibûn girtin û niha di Girtîgeha Hewlêrê de ne. Dag û Er, li dijî binpêkirinan di 18’ê gulanê de dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kiribûn. Dag û Er dixwazin ku binpêkirinên weke lêgerînên keyfî, tundiya fîzîkî, heqaret û zexta cilên yektîp bi dawî bibin. Çalakiya Dag û Er di roja 54'emîn de berdewam dike.   Hêjayî bibîrxistinê ye ku Dag û Er li dijî kiryarên xerab û îşkenceyê di 28’ê îlona 2022’yan de dest bi greva birçîbûnê kiribûn û ji ber ku daxwazên wan wê demê hatibûn qebûlkirin di roja 14’an a grevê de çalakiya xwe bi dawî kiribûn. Her wiha her du girtî di 13’ê sibata 2022’yan de jî li hemberî binpêkirina mafan ketibûn rojiya mirinê. Piştî ku soz hat dayîn ku wê dawî li binpêkirinan bê anîn çalakî di roja 9’an de bi dawî bûbû. Ji ber ku binpêkirin domiyan, Dag û Er di 18’ê gulanê de dîsa dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger dabûn destpêkirin.   Dag, di 23'yê hezîranê de bi rêya telefonê bi malbata xwe re axivîbû û destnîşan kiribû ku rewşa wî ya tenduristiyê ber bi xirabiyê ve diçe, di nexweşxaneyê de bijîşk û derman nîn in, 10 roj e ku kesê ji bo serdana wan neçûye cem wan û hevalê wî Er 20 kîlo, ev bi xwe jî 10 kîloyan zeîf bûye.    Malbatên her du girtiyan jî li dijî zextên li zarokên wan tên kirin, banga “xwedîderketinê” kiribûn.    ÎDIAYA ÊRIŞÊ   Dag û Er bi îdiaya ku di 17’ê tîrmeha 2019’an dîplomatê Balyozxaneya Hewlêrê ya Tirkiyeyê Osman Kose û welatiyên Iraqê Nerîman Osman û Beşdar Ramazan kuştina hatibûn girtin. Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF); Hevserokatiya Destaya Rêvebera a KCK’ê di 6'ê tîrmehê de daxuyanî da û got ku tu têkiliya Dag û Er bi çalakiyê nîn e û di çalakiyê de cih negirtine.