Abdullah Ocalan: Divê xitimandina li pêşiya pirsgirêka kurd were vekirin 2023-07-10 09:03:49 STENBOL - Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di nirxandinên xwe de gelek caran destnîşan kir ku xitimandina pirsgirêka kurd di qadên hiqûqî, civakî, çandî û leşkerî de astengiyan derdixe û got ev rewş bi vekirina rêya siyaseta demokratîk pêkan e.    Komara Tirkiyeyê ya ku li ser xirbeyên Împaratoriya Osmanî hatiye avakirin, di pirsgirêka kurd de bi polîtîkaya îmha û înkarê ket sedsaliya xwe ya duyemîn. Hê jî li pêşiya çareseriya pirsgirêka kurd astengî hene. Her çiqas pirsgirêka kurd herêmî û navneteweyî be jî lê Tirkiye û hêzên hegomonîk bi polîtîkayên “ewlekariyê” nêzî meseleyê dibin. Krîzên heyî yên aborî, siyasî û civakî bi taybetî jî krîzên heyî yên sîstematîk kûrtir dibin. Li ser hewldanên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ên ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd ku di sala 1993'an de dest pê kir, bi hevkariya hêzên kûrewî komployeke navneteweyî li dijî wî kirin. Pêngava yekem a vê komployê, di 6'ê Gulana 1996'an de li Şamê ya Sûriyeyê li dijî mala ku Rêberê PKK'ê Ocalan lê bû, êrişeke sûîqestê pêk hat. Komploya ku di 9'ê Cotmeha 1998'an de li dijî Abdullah Ocalan bi zextên hêzên navneteweyî li Sûriyeyê dest pê kir, bi komploya navneteweyî berdewam kir. Di encama komploya ku 5 meh berdewam kir de, Rêberê PKK'ê Ocalan di 15'ê Sibata 1999'an de anîn Tirkiyeyê û xistin Girtîgeha Îmraliyê ya Tîpa F’yê ku bi awayek taybet hatiye avakirin.   Abdullah Ocalan li Girava Îmraliyê ku 24 sal in di bin şert û mercên giran ên tecrîdê de tê ragirtin, lêgerîna xwe ya ji bo çareseriya pirsgirêka kurd dewam kir û dest ji israra xwe ya çareseriya demokratîk berneda. Abdullah Ocalan ne tenê di "Nexşerê” ya ku di sala 2009'an de amade kir de, di agirbestên ku ji sala 1993'an û vir ve ragihand, di pirtûkên ku nivîsandin de, di hevdîtinên kêm ên bi malbat û parêzerên xwe de û di "çareseriyê" israr kir. Di navbera salên 2013 û 2015'an de bi şandeya dewletê re gelek caran di hevdîtinên xwe de israra ji bo çareseriyê jî nîşan da.    AKP BI TECRÎDÊ BERSIV DA    Abdullah Ocalan 24 sal in her çiqas di çareseriyê de israr dike jî lê hewldanên wî yên ji bo aştiya mayînde û çareserkirina pirsgirêka kurd ji aliyê îktidara AKP’ê ve bêbersiv hatin hiştin. Îktidara AKP’ê bi girankirin ango dijwarkirina tecrîdê bersiva Ocalan da.    XITIMANDINA LI PÊŞIYA PIRSGIRÊKA KURD    Abdullah Ocalan ku ji bo rê li ber pêvajoya ku tê meşandin veke samimiyeta xwe her tim nîşan da û bang kir ku Koma Aştiyê ya nû were Tirkiyeyê û di vê pêvajoyê de jî berpirsyariyê bigire ser xwe. Abdullah Ocalan der barê vê bangê de gotibû, “Di siyaseta demokratîk de astengiyek cidî heye. Ev rewş qadên hiqûqî, civakî, çandî û leşkerî jî xitimandî ye. Ji bo pêşî li xitimandina pirsgirêka kurd bê vekirin, pêwîste rê li ber çareserî û siyaseta demokratîk bê vekirin.”    'AKP KURDAN EGLE DIKE’    Piştî ku endamên Koma Aştiyê hatin girtin û hemû hewldanên wan bêencam man, Abdullah Ocalan di hevdîtina bi parêzerên xwe re têkildarî nêzîkatiya dewletê ya ji bo çareseriya pirsgirêka kurd ev nirxandin kir: “AKP her ku dibêje vekirina demokratîk, çareseriya pirsgirêka kurd, lê ev 7 sal in her kesî egle dike. Bi vê yekê rayên zêde girtin. Bi vî awayî hem bala kurdan hem jî bala Ewropa û hem jî bala Amerîka kişandin ser xwe û egle kirin. Lê niha eşkere bûye ku ev tasfiyekirin e û lîstikek e. Divê kurd jî vê yekê baş fêm bikin. Ev polîtîkayên AKP’ê êdî encam nadin. Helwesta CHP û MHP’ê jî tiştekî nû ji civakê re nayne.”   MA / Îbrahîm Irmak