ÇGD û TGS’ê ji bo rojnamevanên girtî bang kirin: Em sibê li Amedê bin 2023-07-10 09:03:29 ENQERE - Seroka Şaxa ÇGD'ê ya Enqereyê Demet Aran û Serokê Şaxa TGS'ê ya Enqereyê Sînan Tartanoglû diyar kirin ku ji bo rojnamegerên sibê derkevin pêşberî dadger ew ê li Amedê bin û banga hevgirtinê kirin. Di çarçoveya lêprisîneke Serdozgeriya Komarê ya Amedê de di 8'ê Hezîrana 2022'yan de 20 jê rojnamevan 22 kes hatin binçavkirin. Ji 22 kesên ku 8 rojan di binçavan de man 16 rojnamevan di 16'ê Hezîranê de bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatin girtin. Midûra Jinnewsê Safiye Alagaş ku dosyeya wê ji ya dozê hat veqetandin, meha borî di danişîna ewil de hat berdan. 15 jê rojnamevan 17 kesên ku di 12'ê Adarê de îdianameya wan hatibû amadekirin, piştî 13 mehan, dê sibê ango di 11'ê tîrmehê de derkevin pêşberî dadger. Danişîn dê li 4’emîn a Dadgeha Cezayê Giran a Amedê bê lidarxistin.    Rêxistinên rojnamevaniyê diyar kirin ku bi van girtinan armanc ew e ku rojnamevaniyê bitepisînin û mafê nûçe girtinê asteng bikin û bang kirin ku di 11'ê tîrmehê de her kes li Edliyeya Amedê bê hevgirtinê.   'EM BI HEVPÎŞEYÊN XWE RE NE’    Seroka Cemiyeta Rojnamevanên Hemdem (ÇGD) a Şaxa Enqereyê Demet Aran diyar kir ku li Tirkiyeyê roj bi roj azadiya çapemeniyê kêm dibe û mafê nûçe girtina gel tê astengkirin û wiha axivî:  “Hevalên me ji ber karê rojnamevaniyê zêdeyî salekê ye di girtîgehê de ne. Di îdianameya ku 9 meh şûnde hat amadekirin de nîşanî me da ku ji xeynî nûçeyên ku çêkirine tu delîl jî tune ye. Dadgehkirina bi vî rengî dibe sedema paşveçûna azadiya çapemeniyê. Her wiha bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’ tê xwestin ku hevpîşeyên me ‘ji ber xebatên xwe yên rojnamegeriyê’ nehatine girtin. Em bi hevalên xwe re ne û li dijî girtinên bi armanca bêdengkirin, tirsandin û astengkirina mafê nûçegirtinê ne.”    'EM Ê LI AMEDÊ BIN’    Aran da zanîn ku divê her kes beşdarî danişîna doza rojnamevanan bibe û hevgirtinê nîşan bide û got: “Em bawer dikin ku 15 hevalên me wê di 11’ê tîrmehê de azad bibin. Em dizanin ku ev yek wê pêkan be. Divê gel piştgirî bide rojnamevanan, rojnamevanî û mafê wergirtina nûçeyan. Bi vê boneyê em hemû kesên ku rojnamevaniyê diparêzin, bi taybetî jî hevkarên xwe vedixwînin danişîna dozê ya di 11’ê tîrmehê de.”    'ROJNAMEVANÎ NE SÛC E’    Serokê Sendîkaya Rojnamevanên Tirkiyeyê (TGS) ya Şaxa Enqereyê Sînan Tartanoglû jî bi bîr xist ku dema rojnamevan hatin binçavkirin kamera û wênekêşên wan jî wek hêmanên sûc hatin nîşandan û wiha got: "Kamera, wênekêş, kompîter û telefonên rojnamevan hatin desteserkirin. Bi desteserkirina van amûran wek mîna ku gule, bombe, çek 'destser kirin' nîşan dan.”   Tartanoglû destnîşan kir ku ji ber Çapemeniya Azad rastiyê dinivîse her tim bi operasyonên binçavkirin û girtinan re rû bi rû dimîne û wiha got: "Em ê careke din li dadgehan bibêjin 'Çapemeniya Azad wê bêdeng nemîne'. Li dijî van bêhiqûqiyên ku tên kirin, bêdeng nemînin. Rojnamevanî dê li eywana dadgehê bê vegotin ku rojnamevanî çi ye, çawa û çima tê kirin. Em ê di 11'ê tîrmehê de careke din li pêşberî dadger bin û bêjin 'Rojnamegerî ne sûc e'. Ez ji bo nûçeyan, ji bo mafê nûçe girtinê, ji bo mafê mafên rojnamevanan banga hestiyarê dikim.”    MA / Hakan Yalçin