Li Rojava bi hezaran kes ji bo Abdullah Ocalan daketin qadan 2023-07-09 17:00:31   NAVENDA NÛÇEYAN - Bi hezaran kes ji bo protestokirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û azadiya wî ya fîzîkî, li Bakurê Rojhilatê Sûriyeyê daketin qadan. Çalakvanan banga mezinkirina têkoşînê kirin.    Bi hezaran kes li bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo protestokirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û azadiya wî ya fîzîkî daketin qadan. Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Sabrî Ok gotibû ku ji Abdullah Ocalan re nameyên bênav hatine şandin û di nameyê de gef li Abdullah Ocalan hatine xwarin. Piştî vê agahiyê, bertekên raya giştî jî zêde bûn.    QAMIŞLO   Bi sedan şêniyên bajarê Qamişloyê ji Çerxerêya Sonî ya rojhilatê bajêr heta Çexerêya Şehîd Rûbar Qamişlo meşiyan. Şêniyan bênavber dirûşma “Bê Serok jiyan nabe” berz kirin û posterên Abdullah ocalan vekirin. Girse heta Çerxerêya Şehîd Rûbar Qamişlo meşiya. Hevserokê Meclisa Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ya herêma Cizîrê Mistefa Ehmed axivî. Ehmed berxwedana Abdullah Ocalan silav kir û pergala îşkenceyê ya li Îmraliyê şermezar kir.    Ehmed anî ziman ku nameyên gefxwarinê yên ji bo Abdullah Ocalan tên şandin, berdewama komployên li dijî gelên berxwedêr e û wiha pê de çû: “Rêbertî nûnertiya mirovahî û demokrasiyê dike, di kesayeta wî de dixwazin îradeya gelan bişkînin. Têkoşîna tevgerên şoreşger a li hemberî siyasetên dewleta tirk a dagirker wê berdewam bike. Proje û felsefeya Rêbertî rêya yekane ya azadiya gelan e. Îro em dibînin ku tevahî pêkhate; kurd, ereb, çerkez, suryan û tirkmen li qadên têkoşînê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û pêkanîna projeya neteweya demokratîk diqîrin. Her wiha CPT durûtiyê dike. Em dixwazin ku bi erka xwe rabe.”    HESEKÊ   Li Hesekê jî bi heman boneyê bi hezaran kes meşiyan. Meş ji Çerxerêya Îtfayê ya li Taxa Til Hecer dest pê kir û li Çerxerêya Dêra Asûran bi dawî bû. Di meşê de posterên Abdullah Ocalan hatin vekirin û dirûşm hatin berzkirin.    Di çalakiyê de li ser navê Rêveberiya Xweser, Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Kantona Hesekê Farûq Tozo axivî. Tozo got ku armanca dewletên komploger, têkbirina tevgerên azadî û demokrasiyê ye. Tozo, wiha domand: “Dewlet a tirk di ramanê Rêber Abdullah Ocalan de tunebûna xwe siyasî dibîne û ramanê wî wekî xetereyekê li ser qedera xwe dibîne.”   Rêvebera Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê Zozan Gul jî got ku Tirkiye bi tecrîdê hewl dide dengê azadî û demokrasiyê qut bike û ev tişt anî ziman: “Dewleta tirk gefa jehrîkirina Rêber Abdullah Ocalan dixwe. Heke jiyana Rêbertiya me bikeve xetereyê, em jiyana cîhanê bikin dojeh, em ê li derdora Rêbertiya xwe bibin xeleke agir û serî hildin.”   DÊRIK   Li bajarê Dêrikê jî bi heman armancê bi sedan kes herikîn qadan. Girse ji Qada Azadî heta sûka navendî meşiyan. Di meşê de wêneyên Abdullah Ocalan hatin vekirin û dirûşmên “Bê serok jiyan nabe” û “Azadiya Rêber Apo azadiya gelan e” hatin berzkirin. Di çalakiyê de endamê PYD'ê Hisên Elî axivî û wiha got: “Bila dijimên gelan baş bizanibin ku felsefeya Rêbertî rêgeza me ya bingehîn e. Em ê têkoşînê berdewam bikin heta azadiya fîzîkî ya Rêbertiya xwe mîsoger bikin."   Rêvebera Kongra Star a Dêrikê Şadiya Yûsif jî bêdengina qada navneteweyî şermezar kir û got ku heta Abdullah Ocalan azad dibe dê têkoşîna xwe bidomînin.    TIL BIRAK   Meclisa Til Birakê ya Kantona Qamişloyê jî bi heman armancê meşek li dar xist. Endama Meclisa Til Birakê Yemame Mehmûd axivî û bêdengiya navneteweyî ya li hemberî tecrîda li dijî Abdullan Ocalan şermezar kir.    TIL TEMIR   Di çalakiya  li Til Temirê de jî bertek nîşanî tecrîdê û gefên li dijî Abdullah Ocalan hatin dayîn. Meş ji pêşiya avahiya Meclisa Malbatên Şehîdan dest pê kir û li Taxa Şehîd Sîdar veguherî mîtîngê. Hevserokê Meclisa Navçeya Til Temirê Mihemed Seîd û endama rêveber a Kongra Star Ayhan Yûnis axivîn û name şermezar kirin.   DIRBÊSIYÊ   Li Dirbêsiyê jî bi sedan kesan meş li dar xistin. Hevserokê PYD'a Til Temirê Mihemed Xelef di çalakiyê de axivî û got ku Abdullah Ocalan ji bo azadiya gelan li ber xwe dide û dewleta tirk bi rêbazên cuda hewl dide di kesayeta Ocalan de gelan tune bike. Xelef, ev tişt anî ziman: “Dewleta tirk a dagirker nameyên gefxwarinê ji Rêber Apo re dişîne. Em ê destê her kesî dirêjî tenduristiya rêbertî dike, qut bikin û berdêl çiqas giran be em dev ji Rêbertiya xwe bernadin."   Endama Kongra Star a navçeyê Hojîn Hêrez jî tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan û şandina nameyên gefxwarinê şermezar kir.    GIRKÊ LEGÊ   Li navçeya Girkê Legê jî meclisa navçeyê daxuyaniyek da. Hevseroka Rêveberiya Dibistanên Girkê Legê Lema Hisên bi zimanê kurdî û endamê Komîteya Tenduristiyê ya Meclisa Navçeya Girkê Legê Ebdurezaq Şehade El Salim bi zimanê erebî daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de hate gotin ku israra dewleta tirk a dewamkirina tecrîdê û şandina nameyên gefxwarinê ji Rêber Abdullah Ocalan re nîşaneya dewamkirina siyaseta qirkirina kurdan e.    Di dawiya daxuyaniyê de bang li pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hate kirin ku li dora Abdullah Ocalan bicivin û ji bo azadiya wî ya fîzîkî têkoşînê geş bikin.   ŞEDADÊ   Şêniyên herêma başûrê Kantona Hesekê (Hol, Deşîşa, Mergede, Şedadê) jî bi heman armancê meşek li navçeya Şedadê kom bûn û ji pêşiya meclisa navçeyê dest bi meşê kir. Bi dehan şênî û endamên saziyên sivîl tev li meşê bûn. Meş li kolana giştî ya navçeyê veguherî mitîngê. Li wir bi navê Kongra Star Emîr Seed axivî û diyar kir ku hêzên kapîtalîst hewl didin îradeya gelên azad teslîm bigirin.   Endamê PYD’ê Fadil El Ehmed jî anî ziman ku dem dema azadiya Rêber Abdullah Ocalan e.   TIL HEMÎS   Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) li navçeya Til Hemîsê jî bi amadebûna bi dehan endamên sazî û meclisên sivîl daxuyaniyek da. Hevserokê PYD`ê yê navçeyê Xalib Sedûn daxuyanî li pêşiya Navenda Çandê xwend. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku dayîna nameyên gefxwarinê ji Rêber Abdullah Ocalan re hemwextî sedsaliya Peymana Lozanê nîşan dide ku jiyana Rêbertî di xeteriyê de ye.   Hat destnîşankirin ku zextên li dijî Rêbertî, di heman demê de li djiî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yê ku li felsefeya Rêbertî xwedî derketiye ne. Her wiha bang li rêxistinên hiqûqî û mirovî hat kirin ku li hember pergala tecrîd û êşkenceyê xwedî helwest bin.