Şahida nepen ‘Cesur Yurek' îcar jî li Almanyayê xelkê dişêlîne 2023-07-09 14:55:43   AMED - Hat îdiakirin ku Gulbahar Ormek a li Amedê ji ber sextekariyê ji partiya xwe hatibû avêtin û piştre jî bi navê “Cesur Yurek” şahidiya nepen dikir, li Almanyayê bi bihayê 5 milyon euroyan sextekarî kiriye.    Gulbahar Ormek dema li Şaredariya Sûrê ya Amedê weke cîgira şaredar dixebitî, bi sedema ku li dijî gelek kesan sextekarî kiriye, ji Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) hate îxrackirin. Hat îdiakirin ku Ormek îcar jî li Almanyayê hinek kes şêlandiye. Ormek, dema Cîgira Şaredarê Sûrê, di bin navê “kirîn-firotina gubreyê” de û bi soza “Tup bebek” nêzî 2 milyon TL’an xelk şêlandibû. Piştî ku bûyer derketî holê, Ormek ji partiya xwe hatibû îxrackirin. Piştre jî Ormek di bin navê “Cesur Yurek” de şahidiya nepen kiribû û derheqê gelek siyasetmedarên kurd de îfadeyên derew dabûn. Di danişînekê de nasnameya Ormek derketibû holê û piştî ku karê xwe yê şêlandinê domandî, ji “Bernameya parastina şahid” hatibû derxistin.    KURDÊN LI ALMANYAYÊ HIŞYAR KIR    Ormek niha jî bi sextekariya xwe li Almanyayê di rojevê de ye. Tê gotin ku Ormek di bin navê îltîcaya ji bo Almanyayê gelek kes xapandiye û bi qasî 5 milyon euro jê girtine. Şaredarê Sûrê yê berê Abdullah Demîrbaş mijara behsa xeberê kir rojev. Demîrbaş, da zanîn ku Ormek navê xwe guherandiye û li Almanyayê bi bihayê 5 milyon euroyan sextekarî kiriye. Demîrbaş, li ser hesaba xwe ya Twîtterê li gel wêneyê Ormek ev agahî parve kirin: “Ev jin, Cîgira Şaredarê Sûrê ya berê Gulbahar Ormek e. Navê xwe guherandiye û kurdên me yên li Almanyayê dişêlîne. Guh nedin vê jinê. Hestên gelê me bi kar tîne. Ji kerema xwe guh nedin wê.”     Di berdewamiya parvekirina xwe de jî Demîrtaş bi bîr xist ku Ormek ji ber sextekariyê, di sala 2012’an de ji DBP’ê hatiye îxrackirin û wiha got: “Li gorî îdiayên mexdûrên xwe gihandine min; dibêje ku dê bi rêyên sexte vîze, proje û hwd. çêbike û heta niha bi bihayê 5 milyon euroyan gel şêlandiye. Tê gotin ku van tiştan jî li ser navê şîrketeke bi navê Atlas dike.” Demîrbaş, got ku Ormek piştre jî bûbû şahida nepen.    Bu kadın eski sur belediye başkan yardımcılıgı yapan Gülbahar örmek tir adını değiştirmiş ve özellikle Almanya da kürd insanlarımızı dolandırıyor. Bu kadına itibar etmeyin halkın duygularını kullanan biridir. Lütfen itibar etmeyin ve akile almayın. Paylaşın lütfen pic.twitter.com/QGucmQzRaY — Abdullah Demirbaş (@BDPDemirbas) July 8, 2023