Danişîna faîlê tecawizê cerdevan Babat sibe tê lidarxistin 2023-07-09 10:19:10 ŞIRNEX - Danişîna 5’an a cerdevan Ramazan Babat ku bi sûcê sûcê destdirêjiya li dijî zarokê tê darizandin dê sibe li 3’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Şirnexê bê lidarxistin.    Cerdevanê bi navê Ramazan Babat, di gulana sala 2022’yan de li bajarokê Sêgirkê yê Qileban a Şirnexê destdirêjî li zaroka 16 salî S.G. kir. 5’emîn danişîna doza cerdevan Babat sibe li 3’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Şirnexê tê lidarxistin.    Kesê bi navê Ahmet Babat di 18’ê tebaxa 2022’yan de li Sêgirkê jina ciwan a bi navê Fîrdevs Babat (17) bi çeka kekê xwe yê cerdevan Ramazan Babat qetil kir û hate girtin. Du roj piştre jî Ramazan Babat jî bi sedema ku destdirêjî li zaroka 16 salî S.G. kiriye hate binçavkirin û girtin. Hem malbata S.G. û hem jî sercerdevan hewl dan bûyerê veşêrin lê bûyer bi nûçeya Ajansa Mezopotamyayê (MA) re derket holê. Hat zanîn ku Ramzan Babat di meha gulanê de destdirêjî li xwişka jinbiraya xwe kiriye. Ji bo ku S.G. bi darê zorê were zewicandin û malbata wê were qanehkirin, sercerdevan Hazim Babat û Şeyhmûs Babat ketin dewrê. Sercerdevanan bi gotina “Heke hûn gilî bikin dê 3-4 mehan girtî bimîne û piştre dîsa were berdan” hewl dan malbatê qaneh bikin. Her wiha ji bo zewicandina zarokê jî 200 hezar TL hatin dayîn.    4 KES HATIN BINÇAVKIRIN   Piştî ku bûyer li ser raya giştî hate parvekirin, Serdozgeriya Komarê ya Qilebanê dest bi lêpirsînê kir. Ramazan Babat, birayê Hazim Babat ê bi navê Şeyhmûs Babat, bavê S.G. yê bi navê E.G., dayika wê M.G. û birayê wê Y.G. di 24’ê tebaxê de hatin binçavkirin. Ramazan Babat ji ber sûcê “Îstîsmara zayendî ya biwesf a li dijî zarokê” hate girtin û şandin girtîgehê. Şeyhmûs Babat, E.G., M.G. û Y.G. jî piştî îfadeyên li Qereqola Cendirmeyan a Qilebanê hatin berdan. S.G. jî ji bo îfadeyê ji ewil şandin Navenda Şopandina Zarokan a Mêrdînê û piştre jî birin Navenda Pêşîlêgirtin û Çavdêriya Tundiyê ya Şirnexê (ŞONÎM)   Lînka Nûçeya berê   DOZGER XWEST WERE CEZAKIRIN   Ramazan Babat bi awayekî girtî tê darizandin û dozgeriyê di danişîna 4’an de xwest were cezkirin. Her wiha dozger xwest ku li gel faîl, di heman demê de bavê zarokê, kekê wê, sercerdevanê berê Şeyhmûs Babat, kurê wî Çetîn Babat û Sadî Babat jî cuda cuda bên cezakirin.