Rojnameger Roj: Tirkiye li Efrînê Weqfa Barzanî weke aparat bi kar tîne 2023-07-09 09:42:39   RIHA - Rojnameger Agîd Roj ku li Efrînê dijî der barê 'Navenda Çandê' ya ji aliyê Weqfa Barzanî ve li Efrînê hat vekirin de bi lêv kir ku PDK û ENKS hevkariya dagirkirina Efrînê dikin û got: "Dewleta tirk ji bo di raya giştî de pêşya nîqaşên qirkirina kurdan bigire Weqfa Barzanî, PDK û ENKS'ê weke aparat bi kar tîne."   Tirkiye di çileya 2018'an de êrişî Efrînê kir û piştî 58 rojan di Adara 2018'an de Efrîn ji aliyê Tirkiye û hêzên paramîlîter ên girêdayî wê ve hat dagirkirin. Piştî dagirkirina Efrînê Tirkiye, komên giredayî xwe li Efrînê bi cih kirin û kurdên Efrînê neçarî koçberiyê bûn. Efrîn ku cih û warê kurdan bû piştî ku ji aliyê Tirkiyeyê ve hat dagirkirin demografiya wê jî hat guherandin û hejmareke kêm kurd li Efrînê man. Kurdên ku li Efrînê dijîn jî bi gelek pirsgirêk û binpêkirinên mafan re rû bi rû dimînin. Li gor daneyên rapora 6 mehan a Rêxistina Mafê Mirovan a Efrînê di 6 mehan de komên paramîlîter ên girêdayî dewleta tirk 15 hezar û 500 darên zeytûn, gûz, behîv, darên fêkiyan û hwd. birîne. Di heman demê de zêdetirî 70 hektar zeviyên genim û ceh jî şewitandinê.   Li Efrîn ku bûye cih û warê komên paramîlîter ên giredayî Tirkiyeyê, perwerdehiya bi kurdî hatiye qedexe kirin, navên cade, kuçe, qad û taxên bajêr ên bi kurdî hatine guherandin û bi tirkî nav li wan hatine kirin. Efrîn bi alayên tirk û posterên Serokkomarê AKP’yî Tayyîp Erdogan hatiye dorpêçkirin. Herî dawî jî di meha Hazîranê de 3 zarokên temenê wan 5, 10 û 13 salî rastî destdirêjiyê hatin. Lê li gel van pirsgirêkan jî PDK û ENKS wek ku tiştek li Efrînê neqewîmebe li Efrînê saziyan vedikin û ji dewleta Tirkiye û komên giredayî wê re hevkariyê dikin. Herî dawî jî Weqfa Barzanî li Efrînê bi nepoxên sor û spî ku rengê alaya Tirkiyeyê ne, 'Navenda Çandê' vekir. Bi gelek kiryarên bi vî rengî PDK'ê sûcên li Efrînê diqewimin meşrû dike.    Rojnameger Agîd Roj têkildarî binpêkirinên mafan ku li Efrînê diqewimin û hevkariya PDK'ê û Tirkiyeyê ji ajansa me re nirxandin.    'EFRÎN BÛ YE NAVENDA DAÎŞ'Ê'   Agîd Roj bi lêv kir ku li dijî mirov û xwezaya Efrînê şerekî taybet tê meşandin û wiha got: "Dewleta tirk nasnameyeke kurd li Efrînê naxwazê lê ji bo vê dijminatiya xwe ya li dijî kurdan di rayagiştî de por bike, ENKS û saziyên Barzanî ku li dijî tevgera azadî ne li Efrîne bi cih dikin. Lê kurdekî azad ku nasnameya xwe diparêzê li Efrînê tune ye. Dema Rêveberiya Xweser li Efrînê bû dibîstanên kurdî û erebî li Efrînê hatibûn vekirin lê niha ev dibîstanên ku zarokên Efrînê di wir de ferî ziman dibûn û pêşdiketin niha bûne zindanên qirkirina zarokan û cihên zilme. Efrîn bi guherandina demografiyeyê re ser û bîn hatiye kirin. Tenê navenda Efrînê di zindaneke de 200 hezar 600 kes hene. Li dijî çand, nasname û xwezaya Efrînê şerekî taybet tê meşandin û Efrîn bû ye navenda DAÎŞ'ê. 5 salin Efrîn tê talan kirin."   'KONTROLA SAZIYÊN BARZANÎ DI DESTÊ MIT'A TIRK DE YE'   Bi domdarî Roj bal kişand ser hevkariya PDK û Tirkiyeyê û der barê 'Navenda Çandê' de ku ji aliye Weqfa Barzanî ve li Efrînê hat vekirin jî ev tişt gotin: "PDK li başur êrişên dewleta tirk ên li dijî gerîlayên PKK re hevkariye dike. Her wiha ENKS ku giredayî Barzaniyê jî li Efrînê ji dewleta tirk re hevkariyê dike. Dema Efrîn hatibû dagirkirin ENKS'ê bang dikir digot werin Efrînê Efrîn aram e. Bi vê hevkariyê tu cûdahiya wan a dewleta tirk li hev tune ye. ENKS ji dewleta tirk re koletiye dike. Navenda Çandê ku ji aliye Weqfa Barzanî ve hat vekirin jî xizmeta dewleta tirk dike. Di bin siya dewleta tirk de ev sazî hatine vekirin kontrola wan jî di destê MÎT'a tirk de ye."   'PDK Û ENKS HEVKARIYA DAGIRKERIYA EFRÎNÊ DIKIN'   Roj diyar kir ku Tirkiye dagirkeriya xwe û dijminatiya xwe ya li dijî kurdan bi hevkariya partiyên ku weke 'kurd' tên pênasekirin meşrû dike û ev tişt anîn ziman: "Dema tu dijmin re hevkariye bike we deme tu jî dibe şîrikê wî û yek jî endame wan. PDK û Barzanî jî dibe hevkarê sûcên ku li dijî kurdan tên kirin. Li Efrînê siyaseteke qîrkirinê li dijî kurdan tê meşandin, Barzanî jî bi hevkariya xwe van sûcan meşru dike. Dewleta tirk ji bo di rayagiştÎ de pêşya nîqaşên qirkirina kurdan bigre Weqfa Barzanî, PDK û ENKS'ê weke aparat bikartîne. PDK û ENKS li ser medyaya civakî û çapemeniya xwe propagandaya dewleta tirk dikin. Dagirkeriya Efrînê meşrû dikin.  Barzanî PDK û ENKS' şîrikiya Pergala ku dewleta tirk dixwazê li Efrînê ava bike dikin. Li Efrînê kurdetî nemayê hertişt bû ye zimanê tirkî, saziyên Barzanî dibêjin em temsiliya kurdetiyê dikin lê tiştên ku ev dikin ne tiştên kurdevaran in."    Roj di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku Weqfa Barzanî dixwaze hevkariya xwe "Em xwedî li zarokên Efrînê derdikevin meşrû bike" û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Li Efrînê destirêjayî li dijî zarokan tê kirin lê saziya Barzanî tê li Efrînê 'Ji bo zarokan navenda Çandê' vedike ev jî bi vê yekê dibin berpirsyarê vê destdirêjayiyê yanî dibêjin ji bo zarokan Efrîn aramê heke yek bejê Efrîn aramê û were li vir destdirêjayî ji zarokên wan bê dê çawa bibe? Dewleta tirk jixwe dagirkerê û berpirsê van sûcan e lê yên ku dewleta tirk re şîrikiyê dikin jî hevkarê vî sûcîne û nikarin xwe meşrû bikin."