Hevserokê DFG'ê ê girtî Altan: Em ê di 11'ê Tîrmehê de hesab bipirsin 2023-07-09 09:15:54   AMED - Hevserokê DFG'ê Serdar Altan ê girtî, diyar kir ku ew ê di danişîna ewil a di 11'ê Tîrmehê de hesab bipirsin û ji bo beşdariyê bang li raya giştî kir.    Di çarçoveya lêprisîneke Serdozgeriya Komarê ya Amedê de di 8'ê Hezîrana 2022'yan de 20 jê rojnamevan 22 kes hatin binçavkirin. Ji 22 kesên ku 8 rojan di binçavan de man 16 rojnamevan di 16'ê Hezîranê de bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatin girtin. Midûra Jinnewsê Safiye Alagaş ku dosyeya wê ji ya dozê hat veqetandin, meha borî di danişîna ewil de hat berdan. 15 jê rojnamevan 17 kesên ku di 12'ê Adarê de îdianameya wan hatibû amadekirin, piştî 13 mehan, dê di 11'Ê Tîrmehê de derkevin pêşberî dadger. Danişîn dê li Dadgeha Cezayê Giran a 4'an a Amedê bê lidarxistin.    Hevserokê Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) Serdar Altan ku di çaçroveya dozê de girtî ye, nameyek şand û di nameya xwe de ji bo beşdariya li danişînê bang kir.    Altan diyar kir ku ji ber karên rojnamegeriyê tevî hevpîşeyên xwe hatine girtin û ji bo îdianameya ku 10 meh şûn de hatiye amadekirin jî got: "Me di îdianameyê de dît ku ev ne sûcdarkirineke hiqûqî ye, sêwirandineke bi taybetî hatiye sîparîşkirin û senaryoyek e."    Altan destnîşan kir ku kesên wekî mêvan beşdarî bernameyên wan ên televîzyonê bûne jî ji aliyê şahidên veşarî ve wekî "sûc" hatine nîşandan û got ku ew rojnamevan in û vexwandina mêvanan di xwezaya rojnamevaniyê de heye. Altan bilêv kir ku divê di danişîna ewil de bên berdan û got ku armanca girtina wan ew e ku rojnamevan ji qadê bên dûrxistin, lê belê ew li girtîgehê jî xebatên xwe didomînin.      BANGAWAZÎ   Altan di berdewama nameya xwe de ji bo beşdariya danişîna ewil a dozê ku dê di 11'ê Tîrmehê de bê lidarxistin wiha bang kir: "Di vê dozê de em ne hêla yên darizandinî ne, em ê wekî kesên hesab dipirsin cih bigirin. Hevalên me yên rojnamevan, rêxistinên çapemeniyê, sazî û dezgehên demokratîk û hemû raya giştî divê li cem me rojnamevanan bin ku em di çaçroveya mafê nûçewergirtinê de dibin dengê wan. Lew aidvê her kes li hêwana danişînê bibe dengê me. Rojnamevanî ne sûc e."